Nazmî Karaman: Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê serkevtî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Şanoger, lîstikvan û derhêner Nazmî Karaman ragihand ku tevî rewşa coronayê Yekemîn Festîvala Navneteweyî ya Fîlmên Kurdî ya Moskowê, ku Tora Medyayê ya Rûdawê hevkara wê ya fermî ye, serkevtî bûye.

Yekemîn Festîvala Navneteweyî ya Fîlmên Kurdî ya Moskowê, roja  21 Tîrmehê destpê kir û îro 25 Tîrmehê bidawî dibe.

Şanoger, lîstikvan û derhêner Nazmî Karaman jî bi fîlma xwe ya Bêrû beşdariya festîvalê kiriye.

Derbarê fîlma xwe de Nazmî Karaman da zanîn ku fîlm têkildarî drama komkujiya Kurdên Êzidî de ye û ew di xwaze peyama “mirov namir e û careke din di nava axê de hişîn dibe” bide.

Karaman li ser çîroka fîlmê jî got ku li Şengalê, li gundekî Kurdên Êzidî bav, dê û keçikek dijîn, Fîlmê “Berû” li ser tiştên bi ser wan de diqewimin hatiye kişandin û êvareke DAIŞ diavêje ser gundê wan ê aram û ev aramî têk diçe û di wê êrîşa ku bav têde dimire de, dayik birîndar dibe jî hewl dide keça xwe rizgar bike.

Berî sê salan jî ji bo beşdarkirina festîvala şanogeriyê serdana Moskowê kiriye û di sala 2018an de lîstika Dario Fo ya bi navê “Bêrû” hem wekî derhêner bi rê ve biriye û hem têde lîstiye; vê lîstika bi kurdî di 15emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Moskovayê de Xelata Grant Pri ya lîstika herî serketî wergirtiye.

Karaman dibêje: “Ez kerê şano û sînemayê bi hev re dikim û hûnerê cuda nabe. Jixwe şano û sînema ji hev nayê veqetandin, ez dê li ser çîrokên me yên Kurdan bixwebitim. Lê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê pirsgirêka me ya pêşandana berheman nîne. Ez di wê baweriyê de me her diçe sînemaya Kurdî pêş dikeve.”

Derhênerê Kurd da zanîn ku li Tirkiyê alîkarî ji bo sînema û şanoya Kurdî nayê kirin, heta ku rê li ber tê girtin.

Derhênerê Kurd li ser festîvalê jî got ku tevî rewşa coronayê gelek serkevtî bûye û temşevanên li Moskowê gelek baş in û pêşwaziyeke baş bo wan dike û got: “Ev der wek perçeyeke Kurdistanê ye û organîzasyona festîvalê jî gelek baş e. Ez di wê baweriyê de me ku festîvala duyemîn dê gelek serkevtîtir be. Spasiya hemû kesên keda heye dikim.”

Nazmî Karaman sala 1978an li navçeya Gevera Colemêrgê hatiye dinê. Sala 2000’î li Komeleya Çagdaş Drama perwerdehiya dramayê dîtiye. Sala 2007an li Beşa Şanoyê ya Akademiya Hunerên Bedew a Perayê xwendina xwe temam kiriye. Sala 2008an di bin banê “BKM Mutfakê de xebitiye. Berû yekemîn kurtefîlmê Nazmî Karaman e ku hem nivîsandiye û hem derhêneriya wî kiriye.