Hozan Canê: Çand û Hunera Kurdî mirov bihêz dike

25-07-2021
RÛDAW
Li Almanyayê ji bo Hozan Canê çalakiyek hat sazkirin
Li Almanyayê ji bo Hozan Canê çalakiyek hat sazkirin
Nîşan Hozan Canê
A+ A-

Almanya (Rûdaw) - Hunermenda Kurd Hozan canê ku 2 salan di zindanên Tirkiyê de mabû, xwe gihand Almanyayê û ew dibêje di zindanê de mehekê bê av û nan maye, lê hunar û çanda Kurdî ew bihêz hiştiye.

Hunermend Hozan Canê ji Rûdawê re behsa çîroka girtina xwe û rewşa xwe ya 2 sal di nava zindanê kir. Hunermenda Kurd, Canê dibêje ew rastî êşçkenceyê hatiye û zêdeyî 20 kîloyan ji kêşa xwe wenda kiriye. 

Hozan Canê got: “Huner û çanda Kurdî mirovan bihêz dike. Dijminê te çiqas mezin be bila mezin be, lê dikarî bi çand û hunera xwe li hember dijmin bihêz bimînî. Eger tu di mejiyê xwe de Kurdistanê bijî tu dizanî ku tu ji bo tişteke gelek pîroz têkoşînê dikî. Eger mirov azadiya welatê xwe nejî, zû di bin wan mercan de wêran dibe.”

Canê dixwaze bi rêya çalakiyan ji bo Kurd û Almanan çalakiyan bike û behsa neheqiyên ku li dijî wî hatine kirin bike.

Komelya Ronahî û Hevgirtinê ya Jinên Alman û Kurd Rewşen Bedirxan çalakiyeke organîze kir da ku her kes çîroka Canê ya nediyar bizane.

Çalakvan Xûnaf Haco dibêje: “Bi rastî girtina Canê em hemû hejandin û wê hemû girtiyên di zindanan de anî bîra me. Dil û canê me dişewite. Azadiya Canê ji bo me bû suprizek, me jî xwest hêj bûyer taze em dengê wê di nav Almanyayê de bidin bihîstin.

Mêvanên Kurd bi hêstiran li çîroka Canî guhdarî kirin û Almanan jî çîroka wê hunermendê nivîsandin.

Endamê Parlamentoya Almanya ya Federal a Partiya Sosyal Demokrat soz da ku bi berdewamî pirsa binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê li parlamentoya Almanyayê bibe meseleyeke girîng.

Parlemanter  Partiya Sosyal Demokrat a Almayayê Axil Schfer got: “Ez di wê baweriyê de me ku em niha ji guhertinên xirab ên li Tirkiyê û kiryarên Serokkomar Erdogan hîn bûne ku divê em bi hestiyart tir nêzîkî ew pirsgirêka mafên mirovan a li Tirkiyeyê bibin û ji pirsgirêk û tevlîheviyên li Tirkiyê netirsin. Ev ne tenê axaftin e, di heman demê de me wek Partiya Sosyal Demokratan a ku saz daye ku berdewam berevaniyê li mafê mirovan bikin.”

Gulperî Haco Ebbas jî got: “Dema Canê behsa xwe kir, hemû jinên Kurd hatin bîra me. Çi zindanan de û çi li derve bin hemû jinên Kurd bindest in.

Dadgeha Cezayê Giran a Edirneyê di Çileya 2018an de bi îdîaya ku alîkariya PKKê kiriye û li ser medyaya civakî wêneyên PKKê belav kirine û şîrove nivisandiye bi 6 sal û sê meh zîndanîkirinê ceza kir, lê dibêje li ser navên wê hesabên sexte hatine vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst