Konserta Mem Ararat a Wanê hat qedexekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Konserta hunermendê Kurd Mem Ararat a Wanê hat qedexekirin.


Konserta hunermendê Kurd Mem Ararat ku dihat pêşbînikirin 31ê Tîrmehê li parêzgeha Wanê ya Bakûrê Kurdistanê pêk bê, ji aliyê parêzgeriya wî bajarî ve hat qedexkirin.


Parêzgeriya Wanê di nivîsa derbarê qedexekirina konserta wî hunermendê Kurd de, biryara qedexekirina hemû cure çalakiyan li nav sînorên wî bajarî weke hincet nîşan da.


Hunermend Mem Ararat, biryara qedexekirinê ya parêzgeriyê li ser hesabê xwe yê medya civakî bi nota, ‘Bê Şîrove’ belav kir.


Parêzgeriya Wanê bi hinceta Rewşa Awarte ya ku piştî hewldana derbeyê ya 15ê Tîrmeha 2016an hatibû îlankirin, ji 21ê Mijdara 2016an ve biryarên qedexekirina hemû cure, çalakî, meş û civînan dide.