Cejnan di wêjeya Kurdî de cîhekî girîng girtiye
Hewlêr (Rûdaw) - Mijara cejnan cihê xwe di berhem û helbestên gelek nivîskar û helbestvanên Kurd de girtiye.
Gelê Kurd ku hemû rengên êş û bêtaran dîtiye, herdem bêrîkirina cejn û îd û şahiyan di dilê xwe de hilgirtiye. Bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê, ji ber şer û penaberî û koçberiyê, niha cejn mîna berê bi germî û xweşî derbas nabe û di roja cejnê de agirê bîranînan mîna bizotên êgir di dilan de pêdikevin.
Helbestvanên Kurd jî ji berê ve xweşiya ku li Kurdan dibe êş di rojên îd û cejnan de anîne ziman û di helbet û berhemên xwe de cih ji wan re vekirine.
Melayê Cizîrî roja îd û cenjê li her kesî pîroz dike, lê ji ber derdê dûrî û firqeta ji Selmayê rondikên xwe dike helbest û dibêje:
"Îd e û herkes ji dîdara te lê pîroz e. Ez tenê mehrûmê dîdar im bi sed menzil beîd. Dergehê lutfa te xanim ma li mehrûman vebî. Inne kelben basîten dehren ziraen bîl wesîd. Pîremerd im aşiq im îro murada min bibexş. Ya hebîbî ya muradî ya muna qelbil murîd. Dil ji ber narê mecazê bil heqîqet bû pereng. Narû qelbî fî hewahû misle narin fil hedîd. Min ji şeffeynan ji nêva meqtelê rim têne dil. Lê li wan destan nihin xwîna xezaya ez şehîd. Ma bi lelên canfeza navê me bînit carekê. Biddua bellix teheyyatî li Selma ya berîd."
Seydayê Cegerxwîn jî herdem bêriya cejn û jiyaneke tije cejn û îd ji xwe û miletê xwe re dikir û wî ev bêrîkirin û hesreta xwe di gelek berhem û helbestên xwe de diyar kiriye. Di helbesteke xwe de, Seyda bi hesreteke mezin wiha dibêje:
"Ey dilo jaro li kû ne. Deşt û zozanê di min? Kanî ew cejn û sema û geşt û seyranê di min? Guh bide ber qîr û nal û ah û fîxanê di min. Min divê ku nûciwan bim. Biçme nav bax û rezan. Kanî ev reng nûciwanî? Kanî bustanê di min? Ah di bîra min de mane. Ew demên şêrîn û xweş. Tevger û lîzên bi lotik. Deng û xoşxwanê di min. Min di nav bax û rezan de. Lot didan bê tirs û pirs. Min gul û nêrgiz didan hev. Ka gulistana di min? "