Xelatên 77emîn Festîvala Fîlman a Cannesê hatin belavkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Di 77emîn Festîvala Fîlman a Cannesê de fîlma derhênerê Amerîkî Sean Baker a bi navê “Anora”yê, Xelata Palmiyeya Zêrîn wergirt.
77emîn Festîvala Fîlman a Cannesê ku îsal li bajarê Cannesê yê li başûrê Fransayê hat lidarxistin, bi merasîmekê bi dawî bû.
Xelat di merasîma girtinê ya ku îşev li Şanoya Grand Lumiereyê ya li Cannesê hat lidarxistin de hatin dayîn.
Fîlma Sean Baker a bi navê “Anora”yê Xelata Palmiyeya Zêrîn wergirt,
Miguel Gomes jî bi fîlma xwe ya bi navê “Grand Tour” xelata derhênerê herî baş wergirt.
Xelatên 77emîn Festîvala Fîlman a Cannesê wiha ne:
Xelata Palmiyeya Zêrîn: Anora / Derhêner: Sean Baker
Xelata Juriyê ya mezin: All We Imagine as Light / Payal Kapadia
Xelata Juriyê: Emilia Pérez / Jacques Audiard
Derhênerê Herî Baş: Miguel Gomes / Grand Tour
Lîstikvana Jin a Herî Baş: Selena Gomez, Karla Sofía Gascón, Adriana Paz, Zoe Saldaña - Emilia Pérez
Lîstikvanê Mêr ê Herî Baş: Jesse Plemons - Kinds of Kindness
Senaryoya Herî Baş: Coralie Fargeat / The Substance
Di beşa Kurtefîlman de xelata Xelata Palmiyeya Zêrîn derhênerê fîlma Nebojsa Slijepcevic a bi navê “The Man Who Could Not Remain Silent” wergirt.