Pervîn Chakar dê li Amedê konserekê bide

Hewlêr (Rûdaw) – Sopranoya Kurd a navdar Pervîn Chakar dê li Amedê konserekê bide.

Konsera Pervîn Chakarê roja şemiyê (27ê Nîsanê) saet 20:00î li Navenda Kongre û Çandê ya Sezaî Karakoçê ye.

Li gorî bernameya ku berê hatibû ragihandin, Pervîn Chakar dê heta dawiya meha nîsanê li Êlih, Sêrt, Riha, Stenbol û Mêrsînê jî konseran bide.

Pervîn Chakar kî ye?

Pervîn Chakar sala 1981ê li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayîk bûye.

Ew sala 1995an li Lîseya Hunerî ya Anadoluyê ya Amedê dest bi perwerdeyê kiriye.

Sala 2003yan li Zanîngehê Gazî ya Enqerê, Beşa Hunerê ya Deng xwendiye.

Chakar sala 2008an ji Konservatuara Dewletê ya Perugîayê di asta “heri baş” de destûrname wergirtiye. Li heman konservatûvarê master bi dereceya herî bilind xwendiye.

Hunermenda Kurd Pervin chakarê di gelek pêşbazîyên Operayê yên girîng de xelat wergirtine.