Eylul Kaya: Ez dixwazim hunera kurdî bi cîhanê bidim naskirin

25-04-2021
Abdulselam Akinci
Eylu Kaya bi şêwaza opera û dengekî soprano stranên Kurdî dibêje
Eylu Kaya bi şêwaza opera û dengekî soprano stranên Kurdî dibêje
A+ A-

Wan (Rûdaw) - Eylul Kaya sopranoyek ciwan e û 18 salî ye ew xwendekara zaningeha Hacettepe ya Enqerê beşa antropolojîyê ye.Ew bi stîla operayê kilamên dengbêjî dibêje. Eylul hêj di serê rê de ye piştî ku denge wê li ser torên civakî yên Rûdawê belavbûn gelek hunermendên navdar yên wek Nîzamettîn Arîç û Perwîn Çakar palpîştiya xwe ragihandin bo wê. Ew niha li gel muzîkê xwendekarîya xwe dike û ew dixwaze di rojên pêş de bibe hunermendek navdar ya kurda û çanda muzîka kurdî bi dinyayê bide nasîn.

Taybetiya herî mezin a Eylul Kaya ew e ku denge bi dengê xwe sopranoyê bi stîla operayê kilam û stranên kurdî bideng dixe.

Eylul Kaya dibêje: “Ez gelek ji dengbêjîyê hez dikim. Çimkî ez dizanim ku çîroka me di dengbêjîyê de veşartî ye. Loma ez Eyşeşan guhdar dikim, Meryemxan guhdar dikim, Ez şakiro guhdar dikim.”

Hedefa Eylulê ew e ku ew weke dengên Kurd ên soprana Mizgîn Tahir û Pervîn Çakar li hember girseyên mezin konsertên bide û çanda bav û kalan bi dinyayê bide nasîn.

Eylul Kaya got jî: “Ez dixwazim bibim hunermendek wisa ku bi dengê min, hunera me, muzîka me, çanda me dinya nas bike. Dengê min soprano ye ji styla operayê ye. Ev styla jî ne hêsan e. Lê ez dibînim ku dengbêjî û opera gelek nêzîkî hev in. Heyeta muzîsyena nota ne, stran in, ez gotinê zêde dirêj nekim û ji te re stranek bixwînim.”

Dê û bavên Eylul jî di vê rêwîtiya keçika xwe ya di oxira hunera kurdî de gav bi gav bi wê re ne û ew her palpiştiya keçika xwe dikin.

Bavê wê Ayhan Kaya jî got: “Me di mal de dengbêjî pir guhdar dikir. Ji ber wê jî meyla keça min ket stran û kilamên dengbêjî. Li ser wê jî wê bi xwe xwest stran û kilamên dengbêjî bêje. Dengê wê pir xweş e denge wê min gelek kelecanî dike.”

Diya wê Filiz Kaya jî dibêje: “Eylul keçikek min tenê ye, hinek delalî û nazdar e. Pir şêrîn e, hêj ciwan e. Eylul pir ji kilaman hez dike yanî ku derfeta wî hebe dê ji sibê heta êvarê strana bêje. Stranên berê vedikole.Ez dixwazim keçika min bibe wek Eyşeşan bibe wek Meryemxan, gerçî qedera wan zêde ne baş bû, lê hêvîdarim qedera keçika min baş be. Ez naxwazim keçika min bibe populîst ez hez dikim bi çanda xwe û zimanê xwe were naskirin. Bi dengbêjiya bav û kalen xwe û bapîrên xwe were naskirin. Keçika min jî bila di rêya Nîzamettîn Arîç û Perwîn Çakar de biçe. Ez dixwazim ew perwerdeyek baş bibine. Belkî bi hezaran dengen xweş ên keç û kurên Kurd hebin,di gundan de,li gavanî û şivanî ne,ez dixwazim li hemûyan xwedî derkevin.”

Opera ew cûreya muzîkê ye ku mijarên xwe ji serborîyên dîrokî, ji mîtolojiyê û efsaneyan digre û bi şêweya şanoyî tê pêşandan. Bi vê rasteqîniyê jî opera bi styl û şêwaza xwe nebe jî bi form û naveroka xwe gelek nêzîkî dengbêjiyê ye. Di salên dawî de jî bi dehan kilamên dengbêjî ji alîyê dengen soprano yên kurd ve weke opera hatine xwendin û Eylul Kaya ya ciwan jî li wan hunermendan zede bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst