Li Ormiyê yekemîn festîvala gul û lale hat lidarxistin

25-04-2014
RÛDAW
A+ A-

Ormiye (Rûdaw) – Li bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, yekemîn festîvala gul û lale hat lidarxistin. Di festîvalê de 100 cure gul û lale hat nîşandan.

duh li bajarê Ormiyê, yekemîn festîvala gul û lale li Parka Danişcû ya bajêr û bi beşdariya bi sedan welatî û dilxwazên xwezayê hat lidarxistin.

Derbarê festîvalê de şaredarê Ormiyê Mihemed Hezretpûr ragihand, festîvala gul û lale ya Ormiyê li ser rûberê 6 hiktar û bi çandina 410 hezar gul û lale hat lidarxistin.

Mihemed Hezretpûr da zanîn, di festîvalê de ku 100 cure gul û lale hatibû nîşandan jibilî welatiyên Ormiyê ji Tirkiyê jî mêvan beşdar bibûn.

Şaredarê Ormiyê eşkere kir ku rêjeya keskatiyê li Ormiyê li gorî pîvanên navdewletî gellekî kêm e ji ber ku ji her welatiyekî re 8 metre navçeya kesk heye ev jî li gorî rûbera bajêr gellekî kêm e.

Mihemed Hezretî anî ziman, lê wan li gorî bernameya ku danîne pêşiya xwe dê hewl bidin di nav 15 salên bê de salan metrek navçeya kesk li keskatiya Ormiyê zêde bikin.

Hezretî her wiha destnîşan kir ku duyemîn festîvala gul û lale dê nêzîkî 2 mehên din, sêyemîn festîvala gul û lale jî 3 mehên din her wiha festîvala tirî jî dê destpêka payîza îsal werin lidarxistin.



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst