Avestayê pirtûka ‘Fethên Îslamî li Kurdistanê’ weşand

Hewlêr (Rûdaw) - Berhema nivîskar û akademîsyen Prof. Dr. Ferset Mer’î ya bi navê “Fethen Îslamî li Kurdistanê” hat çapkirin.

Li gorî zanyariyên ku Weşanên Avestayê bi Rûdawê re parve kirine pirtûka “Fethên Îslamî li Kurdistanê” ya akademîsyenê Kurd ê Dihokî Prof. Dr. Ferset Merî hatiye çapkirin û belavkirin.

Berhem ji aliyê nivîskar û wergêr Emîn Narozî ve jî Erebî ji bo Kurdî hatiye wergerandin.

Li ser berga piştê ya berhemê wisa hatiye nivîsîn:

“Ev lêkolîn behsa çavkanî û zanyariyên li ser Kurdan ên serdema vegirtinên Îslamê dike û agahiyên li ser Misilmanbûna Kurdan a piştî berfirehbûna vegirtinên Îslamê li Kurdistanê yên serdema Xelîfetiya Emer Ibn Xettab dide. Ew ên ku destpêka wan ji sala 16/637an heya dawiya dewleta Emewiyan a sala 132/750î bûye.”

Ferset Mer’î kî ye?

Ferset Merî sala 1956an li Dihoka Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye û sala 1985an dest bi nivîsînê kiriye.

Wî bi berhema xwe ya el-Îmarat ul-Kurdiye fî l-’Esr il-’Ebasî es-Sanî (350/511- 960-1117) li Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Senaya Yemenê doktora xwe daye ku ev bûye berhema wî ya yekem û sala 2000î wekî pirtûk hatiye weşandin.

Herwiha wî di gelek mijar û warên cuda de jî gelek pirtûk nivîsandine. Gelek gotar û nivîsarên cuda li ser mijarên cuda di kovar, rojname û malperan de belav kiriye.

Ferset Merî niha li Zanîngeha Zaxoyê profesorê koleja zanistên mirovahiyê, endamê Navenda Lêkolînên Kurdan a Zanîngeha Zaxoyê ye, endamê Navenda Lêkolînên Stratejiya Kurdistanî û endamê Desteya Kargêriya Navenda Hizrî ya Zehawî ya Silêmaniyê û endamê Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê ye.

Berhemên wî li çendîn kongreyên akademî û hizrî belav bûne û wî gelek caran xelat wergirtine.