Hewlêr (Rûdaw) - Seydayê Tîrêj ku di 23yê Adara 2002an de, yanî beriya 14 salan koça dawî kir, stêrkeke geş û ronîdar bû di ezmanê helbesta kurdî ya klasîk de li Rojavayê Kurdistanê. Tîrêj evîndarê milet û welatê xwe bû. Evîndarê bihar û xwezaya Kurdistanê ya qeşeng bû, lewma jî helbestên wî yên sade û xweş bûn stran û li seranserê Kurdistanê geriyan. Tîrêj gelek dîwan û berhem li pey xwe hîştin, lê helbesta wî "Bilbilê Dilşad" bû wek klasîkeke nemir di karwanê helbesta kurdî de.
Çardeh sal di ser koçkirina helbestvanê Kurd yê navdar Seydayê Tîrêj re derbas dibin. Seydayê Tîrêj di sala 1923an de li gundê Nicmok yê girêdayî parêzgeha Hesekê ji dayik bû. Navê wî yê rastî Nayîfê Heso ye. Wek gelek helbestvanên Kurd, Tîrêj jî di dibistanên olî de Quranê dixwîne û fêrî xwendin û nivîsandinê dibe. Di sala 1937an de Tîrêj li Amûdê bicih dibe û têkiliyên wî bi kesayetiyên nola Cegerxwîn, Qedrî Can, Hesen Hişyar û Nûredîn Zaza re xurt dibin.
Ji sala 1973an û heta 23yê Adara 2002an ku ji dinyaya me bar kir, Seydayê Tîrêj li bajarê Hesekê dima. Cegerxwîn di dîwana xwe ya sêyemîn "Kî me Ez" de, helbestek ji Tîrêj re nivîsandiye û tê de dibêje: Ev xwendin û zanebûn. Nêzîk dikin serxwebûn. Xortên wek te pir zana. Gerek bêjin; Nezana. Bira destên hev bigrin. Di vê rê de em bimrin.
Di salên 50yan ji sedsala borî dîwaneke Tîrêj bi destê hikûmeta Sûriyê hat talankirin û jinavbirin. Seydayê Tîrêj gelek berhemên hêja li pey xwe hîştin wek: Dîwanên Xelat, Zozan û Cûdî. Serpêhatiyên Kurdan di du cildan de ku di sala 2014an de li Îranê bi zimanê Farsî jî hatin çapkirin û Mewlûda Pêxember û hin berhemên din.
Weşanxaneya Peywendê li Bakurê Kurdistanê vê dawiyê hemû berhemên Tîrêj ji nû ve çap kirin û di pêşgotina hersê dîwanên wî de dinivîse: "Helbestên Seydayê Tîrêj rengvedana jiyana kurdan a sedsala 20an e. Heta ne tenê Kurd, dîroka kurdan a nêz, wek şerê azadiyê li Başûrê Kurdistanê, gelek bûyerên li Rojhilata Navîn û dinyayê jî ji helbestên wî re bûne mijar. Helbesta Tîrêj şahidê dîroka gelê Kurd a sedsala borî ye."
Seydayê Tîrêj di jiyana xwe de çend caran hat xelatkirin jî wek xelatên: Xelata Roja Helbesta Kurdî li Sûriyê 1995 û Xelata 100 Saliya Rojnamevaniya Kurdî 1998 li Hewlêrê û Xelata Koma Helebce ya Folklora Kurdî li Heseka Cizîrê, 2001.
Helbesta Bilbilê Dilşadî nûzayeke nû bû di dîroka helbesta kurdî ya resen de û Tîrêj bi vê helbesta xwe derbasî gerdûna xweştirîn helbestên kurdî bû.
Ey bilbilê dilşadî hela, wer bike fîxan
Derdê me giran e ey bira, birîna me kûr e
Gorî te bitin cerg û dil û mêlak û hem can
Dengê te ye xweştir, ji ney û nay û bilûr e
Sê hawe te deng, yek ji sira bayê siba ye
Hawê dî ji dengê xuşîna dehl û reza ye
Hawê sisêya ji bêhna şemamok û gula ye
Lewra ku li diniyê tu bi nav û tu meşhûr e
Karwanê me va bi rê ketî, lê şevreş û tarî
Serma ye terez kuliyên di berfê her dibarî
Bahoz e çelapek têne me, ji her çar kenarî
Warê me welat e ey heval, rêça me dûr e
Çar hawîr me diz û keleş in, têk dane dijmin
Me ji hev radiqetînin bir bi bir, heyf û mixabin
Qet çare û omêda me nemaye bilbilê min
Meydan e ji bo hirç û çeqel, gur zûre zûr e
Meydan e ji bo hirç û çeqel, rovî û keftar
Gorî te bim bilbil, ji serê darê tu wer xwar
Da pêk ve mijûl bin, bi xwe çend rojên di dijwar
Îro li me ferman e, li ser gerdenê şûr e
Destê tewqeyê îro ku em herdu bidin hev
Çend sal û zemanên di xerab jîn em di gel hev
Dinya bi xwe dewran e, bizan geh roj e, geh şev
Geh tarî û dûman e û geh rewşen û nûr e
Dîna xwe bide nik bayê barîn ey birader
Stêra sibê îro ji şerqê li me da der
Rewşen kirî Kurdistan, bi carek wê seraser
Nîşana sibê ye, fereca xêrê ne dûr e
Piştê wê stêrê bi xwe berbanga sibê ye
Wê roj hilê rohnî têkeve şûna şevê ye
Karwanê me wê bighêje war û meqsedê ye
Çerxa felekê herdem bi fetl û ger û dewr e
Çerxa felekê herdem bi fetl û ger û dewran
Hêvî û hawara me di Yezdanê dilovan
Umîda me herdem bi xwe serdarê li Berzan
Wek Tîrêj dibêje: jîn divê kotek û zor e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse