Nirxên çandî û dîrokî yên Cizîrê li ser xalîçe û amûran tên neqişandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê berhem û nirxên çandî û dîrokî yên Cizîrê li ser xalîçe û amûran tên neqişandin.

Kursiyerên li Navenda Perwerdeyê ya Gel, berhem û nirxên çandî û dîrokî yên Cizîrê wekî Medreseya Sor, Mem û Zîn û Mizgefta Mezinli ser xalîçe, tej û amûran tên neqişandin.

Welatî berhemên ku çêdikin li ofîsa firotinê difirişon û jê pereya qezenc dikin.

Rêvebirê Navenda Perwerdeyê ya Gel a Cizîrê Reşît Sevgî destnîşan kir ku par 36 hezar kes ji kursên navendê îstifade kiriye û got:

“Îsal jî me bi qasî hezar kursan vekirine û 13 hezar û 500 kes ji kursan îstifade dikin.”

Reşît Sevgî diyar kir ku li navendê bi qasî 350 hînkerên hoste hene û got ku kursiyer berhem û nirxên çandî û dîrokî yên Cizîrê  li ser xalîçe, tej û amûran dineqişînin.