Wergirên 91mîn dora xelatên Oscar diyar bûn

25-02-2019
RÛDAW
Nîşan Xelata Ocar Los Angeles
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Merasîma 91emîn dora Xelatên Akademiyê (Oscar) yên Amerîkayê, li Şanoya Dolby a li Los Angelesê pêk hat. Di merasîmê de Green Book hejayî xelata baştirîn fîlm hate dîtin.


Merasîma bi stranên grûpa rockê Queen destpê kir û gellek kesayetên navdar ên cîhanê bi ser xalîçeya wê ya sor re derbas bûn de piştî 30 salan, yekem car bêyî pêşkêşvan hate birêvebirin.

 

Ji bo xelata baştirîn fîlmê, di 91mîn dora Xelata Oscarê de fîlmên weke; Roma, The Favourite (Favoriya Koşkê), Black Panther, Bohemian Rhapsody, BlacKKlansman (Pergîbûna Tarîtiyê) û Green Book (Rehbera Şîn) û hin fîlmên din wek berbijêr hatibûn destnîşankirin û herî dawî fîlma Green Book weke baştirîn fîlm hat diyarkirin.

 

Di encama merasîma xelatdayîna Oscarê de fîlm û xelatên ku hatin wergirtin bi vî awayî bû:

 

Baştirîn derhênerê dîmenî, Derhênerê fîlma Romayê Alfonso Cuaron.


Fîlma Bohemian Rhapsody, xelatên baştirîn honana deng, baştirîn efekta deng û baştirîn honanê wergirtin.


Fîlma Roma, Oscara baştirîn fîlma bi zimanê biyanî wergirt.


Mahershala Ali, xelata baştirîn zilamê alîkar wergirt.


Spider-Man: Into the Spider-Verse (Zilamê Pîretonk: Di gerdûna pîretonkan de) xelata baştirîn fîlma anîmasyonî wergirt.


Fîlma Bao, xelata baştirîn anîmasyona kurt wergirt.


Begefîlma Period. End Of Sentence, xelata baştirîn belgefîlma kurt wergirt.


Fîlma First Man, xelata baştirîn efekta dîmenî wergirt.

 

Herwiha Skin, xelata baştirîn kurtefîlm, Green book, xelata baştirîn senaryoya resen, BlacKKlansman, xelata baştirîn senaryoya guncandî, Black Panther, xelata baştirîn mûzîka fîlm, stranbêj Shallow jî ji fîlma A star is born, xelata baştirîn strana fîlmê wergirt.


Di beşa baştirîn lîstikvaniyê de jî, Rami Malek, ji fîlma Bohemian Rhapsody, xelata baştirîn lîstikvanê zilam, Olivia Colman jî ji fîlma The Favourite, xelata baştirîn lîstikvana jin wergirt.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst