VÎDEO - Ji Hêvî Mûrad klîpeke nû

Hewlêr (Rûdaw) - Stranbêja kurd Hêvî Mûrad di demeke nêzîk de klîpeke nû belav dike.

 

Stranbêja ji Rojavayê Kurdistanê Hêvî Mûrad ji Rûdawê re axifî û got, “Me ji strana xwe ya bi navê 'Ne Xewn e Roj e' re vîdeo-klîpek amade kir û dê demeke nêzîk de belav bibe.”

 

Mûrad da zanîn ku gotinên stranê ji aliyê Narîn Omer ve hatiye nivîsandin û Amed Abîdîn jî derhêneriya klîpê kiriye.

 

Stranbêja ji Rojava spasiyê xwe pêşkêşî Rûdawê kir û got, “Em gelekî spasiya kanala Rûdawê dikin ji ber ku piştgiriya hunera Kurdî dike, bi taybetî hunera Rojavayê Kurdistanê.”

 

Klîp ji hêla  Dream Studioa almanî ve hatiye tomarkirin û cara yekê dê li ser Rûdawê belav bibe.

 

Hêvî Mûrad, ji ber şerê Sûriyeyê berê xwe daye Almanyayê ku niha tevî 2 zarokên xwe li bajarê Hammê yê Almanyayê dijîn.