Berhema nû ya Xecê amade ye
Hewlêr (Rûdaw) – Xanima stranbêja ji Bakûrê Kurdistanê Xecê Herdem, ku weke “Şakîraya Kurd” tê naskirin, berhema xwe ya nû ya bi navê “Çavken” dike klîb.
Xecê Herdema 22 salî ji bajarê Mûşê ye lê niha ligel du xûşk û birayekî xwe li Mêrsînê dijî.
Stranbêja kurd Xecê bi stran û dengê xwe karî di demekê kêm de bibe xwedî nav û deng, xwedanê 6 stranên kurdî û 2 yên tirkî ye.
Herwiha li çend welatên Ewropayê jî derketiye konseran. Jiber heskirina xwe ya ji tîma Dalkurdê re bi cilûbergên vê tîmê stran û klîb jî amade kiriye.
Xecê Herdem behsa nûtirîn projeya xwe kir û got; “Rêze konserên me li bajarên Bakûrê Kurdistanê, Tirkiyê û Ewropayê hene. Eger derfet hebe li Hewlêrê jî konserekî didim.”