Şanoyeke li ser şerê Rojhilata Navîn

Stenbol (Rûdaw) - Li Stenbolê şanoya bi navê "Dema Wext Disekine"  ku behsa bandora şerê li Rojhilata Navîn dike, hat pêşandan. Di şanoyê de, çîroka 2 rojnamegeran tê vegotin ku şerê li Rojhilata Navîn dişopînin.


Şanoya bi navê Dema Wext Disekine li Stenbolê bi prêmyêreke taybet hat pêşandan.


Derhênêr Şanoyê Tufan Karabulut taybetmendiyek daye vê lîstikê û  dixwaze balê bikişîne li ser şerê bê wate yê li Rojhilata Navîn ku çawa jiyana herkesekî tarûmar dike.


Derhêner Tufan Karabulut ji Rûdawê re wiha got:


“Ev şerê li Rojhilata Navîn û teror, mixabin me hemûyan diêşînin û gava ji destê vî nivîskarê hêja derket ku ez gelekî jê hez dikim, bala min kişand. Me xwest em vê lîstikê bilîzin û min wergera wê kir. Di lîstikê de, karakter baş hatine analîzkirin lê li pişt wê çîrokê Rojhilata Navîn heye. Bi teror û şerê li Rojhilata Navîn û bandora wan a li ser 2 rojnamegeran, Rojhilata Navîn bi me dide pirsiyarkirin.”


Sarah wênekêşeke şerî ye û di karê xwe de serkeftî ye. Li Rojhilata Navîn, her cihekî ku şer lê hebe, Sarah li wê derê ye û hemû jiyana wê bûye karê wê. Rojekê di teqînekê de bi giranî birîndar dibe û vedigere Amerîka.


Lîstikvan Burcu Alp jî derbarê rola xwe de wiha dibêje: “Di teqînekê de, bi giranî birîndar dibe û dikeve komayê. Destgirtiyê wê, wê vedigerîne Amerîkayê. Lê serpêhatiyên wê, her tim tê bîra wê. Nikare vegere jiyaneke asayî ku bizewice, bibe xwedî zarok û mal. Ev ji bo wê gelekî zor tê. Diceriribîne, lê nabe û car din vedigeri karê xwe."


Di demekê de ku li Rojhilata Navîn şer û teror derketiye asta herî bilind şanoyeke bi vî rengî hêjayî temaşekirinê ye. Pêşendana wê ya pêşî li Stenbolê pêk hat. Lê Şano dê derkeve gerê û ji bilî Stenbolê, li gelek bajarên din jî were pêşandan.