Alîn li Hewlêrê çar klîban berhem tîne

Hewlêr (Rûdaw) – Stranbêja ji Rojavayê Kurdistanê Alîn niha serdana Başûrê Kurdistanê kiriye û amadekariyi ji bo berhemên hunerî yên nû dike. Karê stranan temam bûye û li Hewlêrê dîmen hatine tomarkirin û berhem niha di qonaxa montajê de ne û biryar e di demeke nêzîk de bêne belavkirin.

Stranbêja Kurd Alîn ji Rûdawê re ragihand ku di serdana xwe ya bo Kurdistanê de du berhemên folklorî, sirûdeke li ser pêşmerge û sirûdeke netewî tomar kiriye ku yek ji wan nivîs û awaz a Aram Tigran bûye ke û ewên din jî nivîs û awas ji aliyê Rênas Mîran ve hatine amadekirin.

Alîn diyar kiir ku ji bo her çar berhamn jî li Hewlêrê dîmen hatine tomarkirin û dixwaze ji bo berhemên din li Swêd, Almanya û Îmaratê dîmenan tomar bikin.

Piştî çend salan ji bêdengiyê Alîn vegeriya ser karê xwe yê hunerî û eşkere kir ku ji ber sedemên taybet û belavbûna Corona û rewşa ewlekarî ya Kurdistanê karê xwe yê hunerî rawestandî bû.

Alîn, ji xelka Dêrikê li Rojavayê Kurdistanê ye û niha li Almanya dijî û bi Xêro Ebas re strana Mihemed Şêxo ya “Min bihîstî tu nexweş î” gotibû piştre jî navê bêhtir hatibû naskirin.