Haşim Ferhadî: Ez bi salan e li ser dîrok û hunera Kurdên Xorasanê dixebitim

24-09-2023
Pesar Fayiq
Hunermend Haşim Ferhadî
Hunermend Haşim Ferhadî
Nîşan Kurdên Xorasanê Haşim Ferhadî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd ê ji Xorasana Îranê Haşim Ferhadî klîpa xwe ya bi navê 'Zirav' belav kir.

Haşim Ferhadî bixwe stran nivîsandiye, muzîka wê Hemîd Gulşenî û klîpa wê jî Ruhullah Perwîz amade kiriye.

Haşim Ferhadî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew bi salan e li ser dîrok û hunera Kurdan, bi taybetî Kurdên Xorasanê dixebite.

Haşim Ferhadî diyar kir ku strana Ziravê yek ji wan stranên albûma wî ya bi navê Zîlan e.

Ew albûm taybet e bi muzîk û awazên Xorasanê û tê de amûra dutarê hatiye bikaranîn.

Ew hewl dide muzîka Kurdî bi cîhanê bide nasîn

Haşim Ferhadî destnîşan kir ku ew niha li ser du albûman dixebite û dê di demeke nêzîk de wan biweşîne.

Bi gotina Haşim Ferhadî ew hewl dide muzîka Kurdî bi cîhanê bide nasîn.

Di berhema Ziravê de Mecîd Mezahîrî li kemançe, Haşim Ferhadî li dutar û Seîd Rehmanî jî li tarê dixe.

Banû Fuxan wek koral û grûpa Çîksayê jî di klîpê de beşdar e.

Dîmenên klîpa berhama Ziravê li derdora bajarê Bijnoyê hatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst