Ji Weşanxaneya Canê daxuyaniya sansurkirina 'Kurdistanê': Pirtûk tê komkirin

24-07-2021
RÛDAW
Nîşan Weşanxaneya Can Can Oz Kurdistan Sansur
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku derket holê peyva “Kurdistan” ku nivîskarê navdar ê cîhanê Salman Rushdie di romana xwe ya bi navê “Sihirbazê Floransa” de bikar aniye, di wergera wê Tirkî ya ji aliyê Weşanxaneya Canê ve hate çapkirin de cih negirtiye, xwediyê weşxaneyê ragihand ku ew pirtûk dê were komkirin û paşê jî were serastkirin.

Tora Medyayî ya Rûdawê duh di nûçeyekê xwe de eşkere kir ku di pirtûka ji aliyê Weşanxaneya Canê ve ya bi wergera Begum Kovulmaz hatî çapkirin de, di beşa 15an rûpela 121an de, li şûna peyva "Kurdistan" ya di orjînala Îngilîzî de “erdên Kurd lê dijîn” hatiye bikaranîn.

Piştî vê nûçeya Rûdawê, gelek bikarhênerên medyaya civakî jî nerazîbûna xwe li hemberî wê helwesta Weşanxaneya Canê nîşan dan.

Li ser vê yekê, Xwediyê Weşanên Canê Can Oz daxuyaniyek da û got ku dê peyva Kurdistan a di çapa Tirkiyê de hate sansûrkirin, serast bikin.

Xwediyê Weşanên Canê Can Oz li ser hesabê xwe yê twitterê got: “Statûkoyeke wiha nabe. Çapa yekem a pirtûkê di sala 2005an de hate belavkirin. Kareke wiha nabe. Pirtûk dê yekser were komkirin û paşê jî were serastkirin.”

Yek ji kesên ku nerazîbûna xwe li hemberî sansurkirina peyva Kurdistanê nîşan dabû, nivîskar û rojnamevana Kurd Jinda Zekîoglu bû.

Can Oz bersiva rexneyên Jinda Zekîoglu da û got: “Rast dibêjî, tişteke wiha beredayî nabe.

Bersiva rojnamevan nivîskara Jinda Zekioğlu, ya ku sansurê rexne dike, Can Öz got, "Welê, bê guman, wusa bêmane ye. Ez fam dikim çima edîtorê wê demê kiriye çima wiha kirie, dibe ku ew ji darizandinê ditirsa  û hwd. Lê ya rast ev e ku nabe ku kes xwediyê helwesteke wisa be. Pirtûk wê demê hate çapkirin.”

Di pirtûka ji aliyê Weşanxaneya Canê ve ya bi wergera Begum Kovulmaz hatî çapkirin de, li şûna peyva "Kurdistan" ya di orjînala Îngilîzî de “erdên Kurd lê dijîn” hatiye bikaranîn.

Di çapa Îngilîzî ya Sihirbazê Floransa de of Florence de, peyva “Kurdistanê” wiha hate bikaranîn: “After the sack of Tabriz, Selim wanted to stay in the Safavid capital for the winter and conquer the rest of Persia in the spring, but Argalia told him that the army would mutiny if he insisted on this. They had won the victory and annexed much of eastern Anatolia and Kurdistan, almost doubling the size of the Ottoman empire”.

Lê hevok di çapa tirkî de bi wergera Begum Kovulmaz wiha hate belavkirin:

"Piştî ku Tebrîz hate talankirin, Selîm dixwest zivistanê li paytextê Sefewiyan derbas bike û di biharê de biçe seferê da ku beşa mayî ya Îranê  feth bike, lê Arkaliya ji Sultan re got ku leşker dê serî hildin. Wan serfiraziyek mezin bi dest xwe xistibû, Anatoliya Rohilatê û piraniya erdên ku Kurd lê dijiyan xistin jêr kontrola xwe û, hema hema axa împaratoriya Osmaniyan du qat zêde kirin. ”

Di pirtûka Paulo Coelho de jî peyva Kurdistan hatibû sansurkirin

Romana navdar ya bi navê “Eleven Minutes” (Yazde Xulek) ya nivîskarê navdarê Paulo Coelho, ji aliyê wergera tirk Saadet Ozen ve bi tirkî hatibû wergerandin û ji aliyê weşanxaneya Can ve hatibû çapkirin.

Di beşek wê romanê de Paulo Coelho behsa kurd û Kurdistanê dike, lê di wergera wê ya Tirkî de li şûna peyva “Kurdistan”, peyva tirkî ya “Ortadogu” (Rojhilata Navîn) hatibû nivîsandin.

Ev sensor di medyaya civakî de rastî bertk û nerazîbûna mezin ya kurdan hatibû.

Piştî vê yekê, weşanxaneya Can ragihandibû, ew dê pirtûkên ku hatine çapkirin, kom bikin û wê xeletiyê sererast bikin.

Wergera pirûtkê Saadet Ozen jî gotibû, wê destê xwe nedaye ti peyvekê pirtûkê, eger guhertinek jî tê de hatibe kirin ji aliyê weşanxanê ve hatiye kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst