Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzûrê hat paşxistin

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Dêrsim a Bakurê Kurdistanê, ji ber zêdebûna pêketiyên Covîd-19ê Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê hat paşxistin.

Komîteya Amedekar a Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzûrê, ragihand ku ji ber zedebûna pêketiyên vîrusa koronayê festîval bo sala bê hate paşxistin. 

Komîteya Amedekar a Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzûrê daxuyanî da û bi bîr xist festîvala ku di sala 1999an da dest pê kir û dê îsal cara 20emîn bihata kirin, ji ber zêdebûna pêketiyên Covîd-19ê hat paşxistin û dibêje: “Nirxandin, pêşniyazên ji raya giştî hatin û li ser daxuyaniyan ku bajarê me jî di nav bajarên lê pêketiyên bi vîrusa xwedî mutasyonê ketine  cî digire de ji ber siheta gel nirxandineke nû hat kirin û biryar hat dayîn ku ji bo çêtir pîrozkirinê 20emîn Festîvala Çand û Siruştê ya Munzurê hat paşxistin û dê sala pêş me bê kirin."

Biryar bû Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzûrê 29ê Tîrmehê destpê bike û 1ê Tebaxa îsal jî bidawî bibe.