![Ji ber zêdebûna pêketiyên Covîd-19ê "Festîvala Çand û Siruştê ya Munzûrê" hat paşxistin Ji ber zêdebûna pêketiyên Covîd-19ê "Festîvala Çand û Siruştê ya Munzûrê" hat paşxistin](https://www.rudaw.net/s3/rudaw.net/ContentFiles/591620Image1.jpg?mode=crop&quality=70&rand=1&scale=both&w=752&h=472&version=4240269)
Ji ber zêdebûna pêketiyên Covîd-19ê "Festîvala Çand û Siruştê ya Munzûrê" hat paşxistin
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Dêrsim a Bakurê Kurdistanê, ji ber zêdebûna pêketiyên Covîd-19ê Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê hat paşxistin.
Komîteya Amedekar a Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzûrê, ragihand ku ji ber zedebûna pêketiyên vîrusa koronayê festîval bo sala bê hate paşxistin.
Komîteya Amedekar a Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzûrê daxuyanî da û bi bîr xist festîvala ku di sala 1999an da dest pê kir û dê îsal cara 20emîn bihata kirin, ji ber zêdebûna pêketiyên Covîd-19ê hat paşxistin û dibêje: “Nirxandin, pêşniyazên ji raya giştî hatin û li ser daxuyaniyan ku bajarê me jî di nav bajarên lê pêketiyên bi vîrusa xwedî mutasyonê ketine cî digire de ji ber siheta gel nirxandineke nû hat kirin û biryar hat dayîn ku ji bo çêtir pîrozkirinê 20emîn Festîvala Çand û Siruştê ya Munzurê hat paşxistin û dê sala pêş me bê kirin."
Biryar bû Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzûrê 29ê Tîrmehê destpê bike û 1ê Tebaxa îsal jî bidawî bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse