Komkujiya Kobanî di helbestekê de

Hewlêr (Rûdaw) – Bi boneya çaremîn salvegera êrîşa roja 25ê Hezîranê ya DAIŞê bo ser Kobanî, jineke bi temen a ji vî bajarê Rojavayê Kurdistanê ya bi navê Melîka Ceifer, bi helbestekê behsa roja êrîşê dike.

 

Sibe 25ê Hezîrana 2019an, çaremîn salvegera wê êrîşa DAIŞê bo ser Kobaniyê ye, ku di nav xelkê deverê de weke komkujiya Kobanî tê naskirin.

 

Bi minasebeta bîranîna qurbaniyên wê komkujiyê, jineke bi temen a ji Kobaniyê bi navê Melîka Ceifer, ku dayika peyamnêrê berê yê Rûdawê yê li Kobanî Imer Kalo ye, helbestek nivîsandiye û têde behsa roja êrîşa DAIŞê bo ser vî bajarê Rojavayê Kurdistanê dike.

 

Melîka Ceifer ev helbesta xwe di roja 1ê Hezîrana îsal de nivîsandiye û ji Rûdawê re şandiye.

 

Berbanga roja pêncşemê 25ê Hezîrana 2015an, çekdarên DAIŞê bi cil û bergê YPGê û Artêşa Azad karîbûn di ser xalên kontrolê yên Asayişê re derbasî nava bajarê Kobaniyê bibin. Di wê êrîşa DAIŞê de, bi dehan kes ji xelkê sivîl ên bajêr ji aliyê çekdarên wê rêxistinê ve hatibûn kuştin û birîndarkirin.

 

Komkujiya Kobanî


 

Melîka Ceifer



Dîroka me dûr û dirêje


Serê minî kerr û gêje


Dilê minî parçe û pare


Ez nikanim dûm bibêjim


Şeve reşin li me tarîne


Derî û kolan li me girtîne


Li kolanan hawar û qêrîne


Xwîn li erdê diherike


Dijmin li dora me girtiye


Fişeng û qenas li me danîne


Termên kal û pîran, keç û xortan


Termên bûk û zavan li kolanan reşandîne


Em çi li derve ne çi li hindirin


Haya kesî ji hev nîne


Zarok tev de tî û birçîne


Di nav me de girî û şîne


Em dor xwe dinêrin kes nabînin


Li hawara me kesek nîne


Dijmin dor me hilanîne


Me nas nekir ewana kîne


Zimanê wan bi kurdî ye


Em nizanin Tirk û Ereb û Farisî ne


Dijminê me yên sed salî ne


Hevalên wan kurdên xayînin


Welat û mafê xwe firotine

 

Dîroka me ye dûr û dirêje


Bi şev û royê em dibêjin


Taliya dîroka me ne tê


Hetanî roja qiyametê

 

Kobanî: 01-6-2019