Sûretên penaberî Kurd zêdeyî 70 pêşangehên cîhanî hatin nimayîşkirin

24-05-2018
RÛDAW
Nîşan Sûretvan Rojavayê Kurdistanê Merwan Newaf Ehmed
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Hostayê kar û barên ceyranê û sûretvanê Kurd Merwan Newaf Ehmed yê ku bi jin û 7 zarokên xwe re ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bûye ji bo debara malbata xwe bike ji aliyekî ve karê elektirîkê dike û ji aliyê din ve jî trajediya li Rojava û Sûriyeyê berdewam e, bi sûretên çêdike bi çar aliyê cîhanê dide bihîstin.

 

Sûretvanê Kurd Merwan Ehmed piştî ku ji Rojavayê Kurdistanê veqetiya derbasî navçeya Qoser a Mêrdînê bûye ku xizmên wî jî li wê derê bi cih bûne. Penaberê rojavayî bi rojê derdikeve karê elektirîkê dike û êvarê piştî ku bêhna xwe vedide dest bi çêkirina sûretan dike.




Merwan Ehmed tiştê ji nav dilê wî tê li ser tuvalan neqiş dike. Ehmed  piştî ku rojekê ji wan sûretan yekê dide hevalê xwe ku ew jî li kampeke Yûnanistanê penaber e, deriyî şansî jê re vedibe û bala li ser sûrêtên wî zêdetir dibe.




Komek a hunerê li Yûnanistanê ji bo pêşkêşkirina berheman bi Merwan Ehmed re li hev dikin û jiyana wî jî dibe mijara belgefîlmê.


Merwan Ehmed di berhemên xwe yên surrealist de derd û kulên ku şer bi xwe re tîne dike mijar. Ew di wê baweriyê de ku ji bo peyama xwe bigihîne çar aliyê cihanê divê di zûtirîn dem de here Ewropayê.




Ehmed ji navçeya Qosrê ya  Mêrdînê 7 meh berê derbasî navçeya Konak a Îzmirê bûye. Ehmed da zanîn ku li ji malbata wî 6 kes hatine kuştin û xizmekî wî jî ji aliyê DAIŞê ve hatiye revandin û ew ji bo zarokên xwe xilas bike derbasî Tirkiyê bû.


Sûretvanê Kurd Merwan Ehmed da xuyakirin ku çêkirina sûretan dilê wî rihet dike û wiha pê da çû: “Dema ez diçûm dibistanê jî min ji çêkirina resman hez dikir. Min dixwest ku ez ji welatiyên Ewropayê re tiştekî wisa bişînim ku bila ji bo guherandina vê çanda hovîtiyê hewl bidin û bixebitin. Binihêrin ev hatin serê me. Bila li me binihêrin û jê îbretê bigirin. Min dixwest ez bibêjim ey mirovno, ji wê nêrîna ku mirovan ji hev dûrdixe  berdin.”




Ehmed herwiha got: “Li bajarên Yûnanistanê ji 20î zêdetir pêşangeh ji bo berhemên min hatin vekirin. Li Bulgaristan, Norwec û Amerîkayê ji 50yî zêdetir pêşangeh li ser navê min û bi sûretên min hatin vekirin."


Merwan Ehme got ku çêkirina sûretan ji bo wî wekî derman e û wiha domand: "Dema ez sûretan çêdikim ji ser heşê xwe diçim û dikevim nav xeyalan. Ew êş, jan û kederên di nav dilê min da bêhemdê xwe di nav sûretan de neqiş dikim. Ev êş û jan bi tenê yên min nînin, ev di heman demê de yên welatê û hemû cîhanê ne jî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst