Fîlma tirkî ya bi navê “Xewa Zivistanê” bû yekemîna festîvala Cannesê

24-05-2014
RÛDAW
A+ A-

Parîs (Rûdaw) – Şêst û heftemîn Festîvala Fîlman a Cannesê bidawî bû. Xeleta yekemîn a festîvalê gihîşt fîlma “Xewa Zivistanê” ya derhênerê tirk Nûrî Blîge Ceylan.

67. Festîvala Fîlman a Cannesê, ku roja 14ê Gulanê dest pêkiribû îşev bidawî bû.

Di beşa xelatan de, fîlma tirkî ya bi navê “Kiş Uykusu” (Xewa Zivistanê) ya derhênerê tirk Nûrî Bîlge Ceylan bû yekem û xelata Palmiyeya Zêrîn a festîvalê bidest anî.

Nûrî Bîlge Ceylan, piştî wergirtina xelatê got, ez li benda vê xelatê nebûm lê vê xelatê ji bo bîranîna wan gencên ku di bûyerên par ên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dan, werdigirim.

Ceylan, heta niha di festîvalê Cannesê de, ji ber fîlma bi navê “Uzak” (Dûr) xelata Jûrî, ji ber fîlma “Uç Maymûn” (Sê Meymûn) xelata derhênerê herî baş û ji ber fîlma “Bîr Zamanlar Anadolu” (Di heyamekî de Anadolu) xelata mezin a Jûriyê bidest anîbû.

Fîlma bi navê “Le Meravîglie” ya derhêner Alîce Rohrawatcher jî xelata duyem a festîvalê wergirt.

Derhênerê fîlma “Foxcatcher” Benett Mîller jî xelata derhênerê herî baş wergirt.

Xelata Jûrî bû para derhênerê fîlma Mommy, Xavier Dolan, xelata senaryoya herî baş bû para fîlma Leivathan a derhêner Andrey Zvyagintsev.

Lîstikvanê bi navê Tîmothy Spall ji ber rola xwe ya di fîlma Mr Turner de xelata lîstikvanê herî baş wergirt, lîstikvana bi navê Julianne More ji ber fîlma Maps to the Stars bû lîstikvana herî baş.

Kameraya zêrîn bû para sê derhênerên fîlma Party Girl û xelata kurtefîlma festîvalê jî gihîşt fîlma Leidî ya derhêner Sîmon Mesa Soto.

Di 67. Festîvala Cannesê de 18 fîlm bo bidestanîna xelata mezin hevrikî kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst