Bîranînên Pêşmergeyekî bûn pirtûk: Li sê perçeyên Kurdistanê şer kiriye
Dihok (Rûdaw) - Bîranînên pêşmerge Ebdulbaqî Bamernî di pirtûkeke zêdeyî 500 rûpelî de hatin weşandin.
Ebdulbaqî Bamerniyê ku li sê perçeyên Kurdistanê şer kiriye, sala 1900î ji dayîk bûye û sala 1996an wefat kiriye.
Bîranînên Ebdulbaqî Bamernî di pirtûka “Ji Mehabadê Heta Hemrînê” de hatin belavkirin.
Navenda Koma Te pirtûka “Ji Mehabadê Heta Hemrînê” bi hevkariya Tora Medyayî ya Rûdawê çap kir.
Nasandina wê pirtûkê hat kirin
Nasandina wê pirtûkê duh Li Dihokê bi merasîmeke taybet ji aliyê “Navenda Koma Te" ve hat kirin.
Ji bilî malbata Ebdulbaqî Bamernî gelek nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedar jî beşdarî merasîmê bûn.
Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed di merasîmê de axivî.
“Her pêşmergeyekî Kurdistanê xwedî çîrokên gelekî mezin in”
Ako Mihemed bal kişand ser çîrokên balkêş ên Pêşmergeyên Kurdistanê û got:
Her pêşmergeyekî Kurdistanê û her şoreşgerekî Kurdistanê xwedî serpêhatî, çelengî û çîrokên gelekî mezin e.
Lê mixabin bi mirinê her yekî ji wan beşeke dîroka me bêyî ku bê tomarkirin diçe.
Ev karê îro yê tomarkirinê ji bo xebata Xwedêjêrazî Ebdulbaqî Bamernî hatiye kirin, divê ji hemû xebatkarên din re jî bên kirin.”
"Navenda Belgekirinê ya Koma Te", pirtûka “Ji Mehabadê Heta Hemrînê” belav kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 23, 2024
Rêveberê Giştî yê Rûdawê Ako Mihemed di merasîma danasîna pirtûkê de axivî:
“Parastina #Kurdistan`ê parastina nirxekî mezin ê mirovahiyê ye” pic.twitter.com/kMoYufEehv
“Pirtûk bi rêya Rûdawê hat çapkirin”
Berpirsê Navenda Komat Te Rizgar Kêsteyî jî got:
“Dema bû wextê çapê cihekî ku ez naxwazim navê wî bidim, em xapandin.
Pirtûk gelekî xirap çap kir, me jî hemû şewitandin û careke din bi rêya Rûdawê me li Tehranê bi kalîteyeke baş çap kir."
Havênê pirtûkê çend kasetên bideng bûn ku sala 1990î li Kampa Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê hatine tomarkirin.