Peykerê nivîskar Bextiyar Elî tê çêkirin

Silêmanî (Rûdaw) – Li bajarê Silêmaniyê peykerê nivîskar û romanivîsê kurd Bextiyar Elî tê çêkirin.

 

Peykertaş Çêner Nizar ji Rûdawê re ragihand; “Weke rêzgirtinek ji bo nivîskarê mezin ê kurd, ku romanên wî yek li pey ya din sînorên Kurdistanê derbas dikin û li cîhanê tên belavkirin, min biryar d peykerê wî çêbikim.” 

 

Çêner Nizar got; “Ev demek e ez bi çêkirina vê peykerê ve mijûl im. Niha berbi bidawîbûnê ye û tenê pêwîstî bi rûpoşkirinê heye. Peyker niha ji heriyê tê çêkirin û paşî min divê rûpoşa wî bi bronze bikim.”

 

Derbarê qebareya peykerê de jî Çêner Nizar da zanîn, ku ev peyker 2 metre û 20 santîm e.

 

Peykertraş Çêner Nizar di sala 1986ê de li Silêmaniyê jidayik bûye. Peymangeha Hunerên Ciwan a Silêmaniyê xwendiye. Zêdetirî 14 sal in jî karê hunerî û peykertraşiyê dike.

 

Nizar herî dawîn peykerên navdarên kurd Nalî, Mehûy, Taha Xelîl û Ehmed Salar çêkir.