Hemû çîrokên Sabahattîn Alî bi Kurdiya Kurmancî derketin

24-03-2025
Nîşan Sabahattîn Alî Hemû Çîrok Werger Kurmancî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hemû çîrokên Sabahattîn Alî ku bi tevahî 5 pirtûk in, bi wergera Pêşeng Pêtoyan ve ji hêla Weşanên Azad ve hatin çapkirin.

Çîrokên Sabahattîn Alî ji hêla Weşanên Azad bi navê “Hemû Çîrok-I” û “Hemû Çîrok-II” wekî 2 cildan hatin çapkirin.

Hêjayî gotinê ye ku çîrokên Sabahattîn Alî bi Tirkî wekî 5 pirtûkan hatine çapkirin û di van pirtûkan de jî bi tevahî 60 çîrok û 4 jî çîrvanok hene.

Pirtûkên Sabahattîn Alî yên ku di vê xebatê de cih digirin ev in:

Değirmen (1935), Kağnı (1936), Ses (1937), Yeni Dünya (1943), Sırça Köşk (1947). Her wiha navê van pirtûkan wekî Aş, Erebeya Ga, Deng, Dinyaya Nû û Koşka Şûşe li Kurmancî hatine wergerandin.

Eslîxan Yildirima Gerînendeya Weşanên Azadê di nivîsa xwe ya li ser berga pirtûkê de diyar kir ku yên pirtûkên weşanxaneya wan şopandibin, dizanin ku ew bi pirayî pirtûkên dîrok û çanda Kurdan çap dikin û wiha dewam kir:

“Vê carê me xebateke cuda hilbijart. Helbet yek ji mebesta me ya sereke jî parastin û bipêşxistina zimanê Kurdî ye. Dema min dosyeya wergera Hemû Çîrokên Sabahattîn Alî ya ku Pêşeng Pêtoyan ji min re şand di ber çavan re derbas kir, bêyî dudilî min biryara çapkirina wan da; hem ji ber mijar û vegotina Sabahattîn Alî ya ku wesifdana ji aliyê gelek xwendevan û rewşenbîran heq dike, hem jî ji ber wergera bedew ya Pêşeng Pêtoyan.”

Yildirimê her wiha bal kişand ku ew di wê baweriyê de ye ku ev çîrokên herikbar û tije mijarên giring dê xwêneran bikişînin nav fikrên kûr û balkêş.

Sabahattîn Alî kî ye?

Sabahattîn Alî, sala 1907an li Egrîdereya (navê niha Ardîno) li ser Sencexa Gumulcîneyê (navê niha Komotînî) ya girêdayî parêzgeha Edîrneyê hatiye dinyayê.

Alî hê di salên xwe yên xwendekariyê de meyla xwe daye ser edebiyatê û ji ber vê çendê jî qelema wî xurt bûye û bûye nivîskarekî berhemdar. Alî di gelek cureyên edebî yên wekî roman, çîrok, helbest û şanoyê de berhem dane.

Lê belê di qada edebiyatê de Alî bêhtir di warê çîrokê de ji xwe re mecrayek vekiriye û xwe di vî warî de daye qebûlkirin.

Wî, çîrokên xwe wekî amûreke xizmeta civakê bi kar anîne û her wiha hewl daye ku neheqî û nakokiyên însanan derxe meydanê da ku dengê belengaz û rebenan jî bê bihîstin.

Dîsa di çîrokên Alî de her cure tîp û karakterên ji jiyana rasteqîn a mirovan derdikevin pêşiya mirov. Ango di van çîrokan de hemû rewş û dirûvên însanan hatine ravekirin.

Sabahattîn Alî ji ber ku di piraya berhemên xwe de pirsgirêkên civatê raxistine ber çavan û rexneya desthilatdariyê di wan de cih girtiye, gelek caran hatiye sucdarkirin, ketiye hepsê û di rewşên xerab re derbas bûye.

Loma xwestiye here li Ewropayê bi cih bibe, wî sala 1948an xwestiye bi dizî sînor derbas bike lê di rê de hatiye kuştin. Di vî emrê kin de gelek berhemên hêja efirandine.

Niha çîrokên wî bi Kurdiya Kurmancî li ber destê we ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst