Piştî UNESCOyê Kirmanckî berê xwe da Wezareta Çandê

Dêrsîm (Rûdaw) - Hewla Parastina Çandê û Mîratên Sirûştî ya Dêrsîmê ji bo parastina zaravê Kurdî Kirmanckî (Zazakî/Kirdkî/Dimilkî) piştî bersiva Rêxistina Perwerdeyî, Zanistî û Çandî ya Netewên Yekbûyî (UNESCO) vê carê jî serî li Wezareta Çandê ya Tirkiyê da.

Berdevkê Hewla Parastina Çandê û Mîrateya Sirûştî ya Dêrsîmê Parêzer Bariş Yildirim bersiva ku der heqê Kirmanckî de ji UNESCOyê hatî, îro li Gerînendeya Geştiyarî û Çandî ya Dêrsîmê bi rojnamegeran re parve kir. Di daxuyaniyê de digel rojnamevanan Hevnamzedên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yên Şaredariya Dêrsîmê Mehmet Alî Bûl û Nûrhayat Altûn, endam û nûnerên Partiya Kedê (EMEP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî amade bûn.

Hewla navborî demeke berê ji bo zaravê Kurdî Kirmanckî jî bikeve nav lîsteya Mîratên Çandî ya Cîhanê serî li UNESCOyê dabû. Parêzer Bariş Yildirim di çarçoveya bersiva UNESCOyê de ji bo parastina û pêşxistina Kirmanckî daxwaznameyekê radestî Gerînenderê Geştiyarî û Çandî ya Dêrsîmê Hakan Ûlaşoglû kir. Hewla navborî daxwaz dike ku Wezareta Çandî ya Tirkiyê di çarçoveya rêkeftina bi UNESCOyê re navê Kirmanckî li Hebûnên Netewî  yên Mîratên Çandî ya Neberceste bê tomarkirin.

Herwiha Yildirim diyar kir ku Komîsyona UNESCOyê ya Tirkiyê wiha bersiv daye daxwaznameya Hewla Parastina Çandê û Mîrateya Sirûştî ya Dêrsîmê: "Ji bo mirovahî bikare hebûna xwe di hundirê aştî û aramiyê de bidomîne UNESCO hatiye damezrandin. Yek ji armanca me ya serekî parastin û berdewamkirina dewlemendî û rengîniya çandî ye. Tirkiyeya ku ji sala 2006an ve yek ji îmzedarên 'Rêkeftina Parastina Hebûnên Çandî yên Neberceste' ye, divê ji bo parastina hebûna çand û zimanê Kirmanckî û veguhestina vê çandê ji bo nifşên nû berpirsyariyên xwe bi cih bîne."

Hewla Parastina Çandê û Mîratên Sirûştî ya Dêrsîmê di daxwaznameya ku radestî Gerînenderê Geştiyarî û Çandî ya Dêrsîmê Hakan Ûlaşoglû kir de diyar kir ku ji ber Kirmanckî di qadên zanist, perwerde, çapemenî, bazirganî, karên fermî de nayê bikaranîn, hebûna wê di bin metirsiyeke pir mezin de ye.

Herwiha di daxwaznameyê de hatiye destnîşankirin ku UNESCO li gellek welatan ji bo ziman û zaravên di bin metirsiya wendabûnê de ne, bernameyên parastinê bi pêş dixe; lê belê li Tirkiyê di vî warî de ti bernameyek UNESCOyê tune.

Hewla navborî daxwaz kir ku UNESCO li Tirkiyê ji bo Kirmanckî demildest bernameya parastinê dabirijîne û cîbicî bike.

 

Li gorî Xala Duyem a Rêkeftina Parastina Hebûnên Çandî yên Neberceste ya UNESCOyê divê Kirmanckî di çarçoveya mîrat û hebûnên neberceste de bê parastin.

 

Bendên Xala Duyem a vê rêkeftinê wiha ne:

a) Di veguhestina mîratên çandî yên neşênber de parastina hilgir û navgînê dabûnerît û vegotinan zimên.

b) Parastina hunerên dîtbarî.

c) Parastina aheng û rêwresmên civakî.

d) Parastina zanyariyên der heqê sirûşt û gerdûnê de.

e) Parastina huner û meharetên destî.