Diljen Ronî: Koçberbûn bandorek girîng li muzîkê dike

24-02-2019
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Diljen Ronî rêwitiya xwe ya muzîk û albûma xwe ya dawiyê ‘Xewna derew’ ji rûdawê re vegot
Diljen Ronî rêwitiya xwe ya muzîk û albûma xwe ya dawiyê ‘Xewna derew’ ji rûdawê re vegot
Nîşan Diljen Ronî Xewna Derew Muzik
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Hunermend û bijîşkê ji Cizîrê Diljen Ronî dibêje koçberbûn bandorek girîng li muzîkê dike.


Hunermend kurd Diljen Ronî rêwitiya xwe ya muzîk û albûma xwe ya dawiyê ‘Xewna Derew’ ji rûdawê re vegot.


Hunermendê ku di çend corên muzîkê de karên balkêş kirine, dixwaze gelek corên din jî biceribîne û di muzîka kurdî de asta xwe derxe lûtkeyên nû.


Ronî di derbarê koçberbûn û bandora wê ya li ser muzîkê wiha got: “Jiyana bajarî tesîrek girîng li muzîkê dike. Helbet hestên wê jî cûda ne, lê dema li bajarê ku mirov lê dijî kurdî tunebe, ew muzîka muzisyen jî berv bi aliyekî din ve dibe.”


Diljen Ronî diyar kir ku ew ew dixwaze muzîka kurdî bigihejîne astekê û wiha pê de çû: “Divê hemû corên muzîkê bêne bikaranîn. Min gelek ceribandin kirine, lê ez heta niha jî berdewam im. Dixwazim tiştên cûda çêbikim. Bijîşkî pîşeyekî obsesîf e. Hassasiyeta me li ser însanan heye. Dema mirov însanekî tedawî dike, divê mirov gelek hasas be. Di muzîkê de jî ew hesasiyet xwe dide der. Muzîk jî bijîşkî jî dermanê mirov in. Muzîk jî terapî ye û ji bo rihnasiya însan e. “


Diljen Ronî dide zanîn ku rewşa navçeya Cizîrê ya dawiyê, rûxiyan û xirakirina bajêr jî tesîreke mezin li wî kiriye. Ronî diyar dike ku di dema rewşa awarte de di warê çand û hunera kurdî reflekseke baş nîşan daye û gelek berhem derketine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst