Gulîstan Perwer: Şivan û Abdullah Ocalan bi hevre konsert sazkirin

24-01-2018
Hêvîdar Zana
Hêvîdar Zana @hevidarzana1
Nîşan Gulîstan Perwer Şivan Lûbnan Almanya Abdullah Ocalan
A+ A-

Beşa Heftem

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermenda navdar a Kurd Gulîstan Perwer, hemû êvarên roja Şemiyê li Radyoya Rûdawê dibe mêvana pêşkeşvana navdar Hêvîdar Zana. Herdu jinên ji Bakurê Kurdistanê, di vê bernameyê de gotûbêjeke balkêş dikin. Gulîstan Perwer bêyî sansûr ezmûna jiyana xwe ya taybet, a hunerî û siyasî vedibêje.

 

Gulîstan Perwer yek ji wan hunermendan e, ku salên dirêj ked û renceke giranbuha di jiyana hunerî de daye. Ji ber girîngiya hevpeyvînê, heftenameya Rûdawê jî her hefte, bi awayekî peryodîk, bi şêweyekî nivîskî wê belav bike.

 

Di beşa şeşemin de Gulîstan Perwer behsa xebata xwe ya di nava Koma Niştîman de li Almanyayê kiribû û gotibû, ku wan di salên dawiya 1970an de bi giyanekî şoreşgerî kar dikir. 

 

Herwiha gotibû, ku kasetên wê û yên Şivan Perwer li seranserê Kurdistanê û li cografyaya ku Kurd lê dijîn dengekî mezin vedaye, vê yekê jî ew pir kêfxweş kiriye.

 

Gulîstan Perwer di vê beşê de behsa ducaniya xwe û herwiha çûna xwe ya Lûbnanê dike.

 

Em gihiştibûne wê serdemê ku êdî Serxwebûn jidayik dibe. Te û mamoste Şivan di nav xwe de biryar dabû, ku bibin xwedî zarok?

 

Na, bê plan bû. Ji nişkê ve bû. Ez çûme cem pizîşk û got dê zarokekî te çêbibe.

 

Çima wê demê we nedixwest zarokê we çêbibe?

 

Ya rastî jiyana me gelek zehmet bû. Ez nû çûbûm Almanyayê, ew salek bû ez li wir bûm. Pir zehmetiyên me hebûn, di warê aborî de û herwiha wek du mirovên bi hevre dijîn. Em di nav kar û xebateke pir dijwar de bûn. Wek te jî got, em di nav oromobîlê de dijiyan. Em her roj li bajarekî Almanyayê bûn, ku welatekî pir mezin e. Em diçûn welatên din jî. Wê demê çi çalakî heba me hem amadekarî dikir û hem jî pêk dianî. Me bi navê Koma Nîştîman komek ava kiribû, ku paşê bû Koma Berxwedan. Di komê de nêzîkî 30 - 35 kesan cîh digirt. Berpirsiyariya wan tevan jî di stûyê me de bû.

 

Di nav xwe de hun li ser zarok axivî bûn. We gotibû ka dê kengî bikarin bibin xwedî zarokekî?

 

Nexêr, ji xwe derdor û civata me jî ji bo vê ne guncayî bû. Me dixwest em jiyaneke nû biafrînin. Jiyaneke îdeolojîk, îdeolojî ew bû; hemû tiştên me di oxira Kurdistanê de be, ji bo xebata Kurdistanê bû. Em malbatê ava nakin, jiyaneke xweş najîn, emê hemû enerjiya xwe di xizmeta vê xebatê de bidin. Ji ber wê jî avakirina malbatê, jiyaneke taybet û çêkirina zarokan qet ne di nav plan û hizrê me de bû.

 

Di nav şoreşgerên wê demê de avakirina malbatê wek tiştekî paşverûtî dihate dîtin…

 

Belê.

 

Lê di dilê te de ev tişt nebû? Te bixwe jî nedixwest bibî dayik?

 

Ez biçûk bûm, 16 salî bûm. Tu dizanî, li Kurdistanê ji bo keçan zû bidin zewicandin temenê wan di nasnameyê de mezin dinivîsin. Yê min jî 2 salan mezin nivîsandibûn. Di nasnameyê de 18 dinivîsand lê di rastiyê de ez 16 salî bûm. Dema Serxwebûnê kurê min peyda bû, ez 17 salî bûm. Yanî ez bi xwe hê zarok bûm, ne di wî temenî de bûm ku hizra zarok anînê bikim.  Jixwe di nav xebateke wisa de mirov hizra wê nake ku zû bibe xwedî zarok. Tiştên ji wê ferztir hebûn û berpirsiyariyeke mezin li ser milên min bû. Ez tî bûm ji bo afirandina tiştekî nû. Niha dema rabirdû tînim ber çavê xwe, vê pirsê ji xwe dikim; ew çi agir bû di dilê me de? Ew çi kelecan bû?

 

Tu li ku bi ducaniya xwe hesiyayî?

 

Li Kolnê ez çûm cem pizîşk, pizîşkekî Kurd hebû. Hemû jinên Kurd û yên ji Tirkiyê hatibûn jî diçûne cem wî pizîşkî. Ez jî çûm cem wî û piştî kontrolê got tu ducanî yî.

 

Kêfa te hat?

 

Ya rastî ez şok bûm, cemidîm. Beriya Serxwebûn ez careke din jî ducanê bûbûm û Şivan gotibû niha ne dema wê ye, lewma me ew beravêtibû anku girtibû. Vê care min hizir kir, ku dê Şivan bêje here wî zarokî jî bigre.

 

Lê te dixwest bibî dayik…

 

Belê min dixwest lê min li jiyana xwe dinerî, qet ne guncayî bû ji bo xwedîkirina zarokekî.

 

Te çawa ji mamoste Şivan re got, ku tu ducanî yî?

 

Nayê bîra min ka min kengî ji wî re got. Em ji bo konsertekê çûbûn Berlînê. Li wir ji me xwestin, ku em herin Lubnanê, Beyrûdê konsertan saz bikin. Wê demê li Beyrûdê şerê navxweyî hebû. Ez ducanî bûm û min qet hizra çûneke wiha nekiribû. Lê em çûn û 3 mehan li wir man. Li Beyrûdê Şivan got bila zarok bimîne. Hinek hevalên li dora me jî pê hesiyabûn, ku ez ducanî im. Ew ji me aciz bûn û gotin ji bo we hîn zû ye. Ji me re gotin, divê hûn xebateke zêdetir bikin, ev zarok dê ber we bigre û bibe asteng.

 

Te got wê demê li Lûbnanê şerê navxweyî hebû. Ma hûn netirsiyan herin cihekî wiha xeter? Di ser halan de tu ducanî bûyî û bi vî awayî herî konsertan saz bikî…

 

Weke min qal kir, wê demê em di nav derûn û hizreke pir cuda de bûn. Me digot em şoreşger in û ji me çi were xwestin emê bikin. Tu nikarî di atmosfereke wiha de hincetan peyda bikî û bêjî ez nikarim, ez nexweş im, ez westiyame. Tiştekî wiha di felsefeya me de nebû. Eger te kar nekiriba tu kêm dihatî dîtin, ev yek weke kêmasî bû. Min bi wê psîkolojiyê kar dikir.

 

Bi wê ducaniyê du derdiketî ser dikê û te stran digotin. Ma qet tu neditirsiyayî ku tiştek bi serê zarokê te were?

 

Na Hêvîdar, me ruhê xwe danîbû ber çavê xwe. Giyanê me ne tiştek bû. Bi şev û roj li ser piyan bimînî, bê xew, birçî û tazî jî bî, bê pere, bê mal û milk, bê kesûkar jî bî ne xem e û divê ji bo Kurdistanê xebat bikî.

 

Wê demê li Lûbnanê çiqas Kurd hebûn? Hûn çûn nav xelkê?

 

Belê em ketin nav civata Kurdan. Jixwe armanc jî ew bû, ku em Kurdan lihev bicivînin. Ji bo min jî sûrprîz bû, min ne dizanî ku hewqasî Kurd li Lûbnanê hene. Digotin dora 150 heta 200 hezar Kurd li Lûbnanê dijîn.

 

Hemû jî ji aliyê me, ji Mêrdînê çûne…

 

Belê gelek ji Mêrdînê çûbûne wir.  Ji Mercê, Xursê û herwiha ji Omeriya gelek kes li Lûbnanê bûn. Ji Rojavayê Kurdistanê jî gelek kes ji bo kar hatibûn wî welatî. Hinek ji Kurdan ji ber leşkeriya Tirkiyê revî bûn, hinek ji ber feqîrî û xizaniyê hatibûn. Beriya şerê navxwe yê Lûbnanê digotin, ku Beyrûd bûye wek Parîsê. Pêşketî bû û aboriya wê baş bû, ku Kurd çûbûn pere qezenc bikin. 

 

Di klamên dengbêjî de behsa Beyrûdê tê kirin, zilam 7 salan diçe li Beyrûdê kar dike da ku bikare fîstanekî ji yara xwe re bikire…

 

Ma ji bo kirasekî çûye? Ya star! Li Beyrûdê me konserteke mezin çêkir. Kurdan gelek xweş pêşwaziya me kirin.

 

We çend konsert saz kirin. Tenê yek bû an rêzekonsert bûn?

 

Şivan û birêz Abdullah Ocalan çûn li kampeke filistîniyan konsertek saz kirin, ez neçûm wê konsertê. Gotin li wir jin nînin, kampeke leşkerî ye û pêwîst nake tu herî. Tê bîra min ew herdu Şivan û Ocalan bi hevre çûn.

 

Ji filistîniyan re stranên kurdî gotin?

 

Dema Şivan ji konsertê vegeriya ji min re got, “tu zanî Gulê nîvê leşkerên filistîniyan Kurdên Sûriyê bûn.” Pêşî nabêjin ku ew Kurd in lê dema Şivan dest bi gotina stranan dike diçin cem û dibêjin ku ew Kurd in. Şivan ji wan dipirse ka çima negotine ew Kurd in û ew jî dibêjin, “li vir bi çavekî baş li Kurdan nanerin, ji me re dibêjin Ekrad.” Herwiha ew nabêjin ku Kurd in dibêjin filistînî ne. Şivan ji vê rewşê pir aciz bibû û digot, “Qaşo ew jî ji xwe re dibêjin şoreşger, demokrat û pêşverû. Lê Kurd di nav wan de nikarin bêjin em Kurd in.” Li gor gotina Şivan paşê hemû leşkerên Kurd hatine û li gel wî stranên Kurdî gotine. Li Beyrûdê şer hebû lê me di navenda bajêr de hol kirê digirt û konsert didan. Tevî şer bi hezaran Kurd dihatin konsertên me.

 

Di kêleka şer de jiyan jî berdewam bû…

 

Belê, jin, mêr û zarok gişk dihatin. Ew yekemîn konsert bû, ku Kurdên Bakur li Beyrûdê saz dikirin. Wê demê hunermend Şehîd Sefkan jî derket ser dikê û stran gotin. Delîl Dogan, Şivan û ez jî em derketine ser dikê. Me stranên xwe gotin û gel pir kêfxweş bû.

 

Wê demê stranên we yên herî bi navûdeng kîjan bûn?

 

Wê demê, Kurdistan ey Kurdistan, welat çiqas xweş û rind e, kîne em, herne pêş û gelek stranên din ên şoreşgerî hebûn. Piştî konsertan ku gel êdî zanî em li Beyrûdê ne, civîn hatin sazkirin. Ji bo propagandayê bûn.

 

Hûn jî beşdar dibûn?

 

Belê em jî başdar dibûn. Xelkê digot Şivan û Gulîstan partiyek avakirine, ka em bizanin çi dixwazin.

 

Êdî gel hûn nas dikirin, navûdengê we derketibû?

 

Erê.

 

Te li Lûbnanê ji nêzîk ve şer dît?

 

Belê. Li kêleka deryayê malek hebû û em li wir diman. Li kêleka wê malê otêleke bi navê Holîdeyîn hebû. Şevekê li wir şer çêbû û avahiya otêlê bi mûşekan hat hilweşandin. Roja din em rabûn, tenê lewhe mabû û hema diyar bû ku ew der otêl e. Mala me ya li wir pir xweş bû. Her sibe ez radibûm û min derî pencere vedikir, derya li pêşberî me bû. Em 3 mehan di wî xanî de man. Roja beriya wê jinekê Kurd ji me re dolme çêkiribûn û anîbûn. Wê ji me re got, “me bihîstiye dê îşev li taxa we şer çêbibe.” Ew yekemîn car bû ku min şer dît. Li gundê me jî şerê eşîrî diqewimî lê ne wiha mezin bû. Wê jinê ji me re got, “dema bû êvar derî û pencerê xwe bigrin, elektrîka xwe vemirînin û tev de li odeyekê bimînin, ji ber ku heta sibê dê şer berdewam e.”

 

Diyar e wê berê şer dîtibû?

 

Erê. Wê jî got, emê herin malê û em jî hemû derî û pencereyan digrin. Li mala me gelek kes jî hebûn. Me xwarin xwar û em rabûn me amadekarî kirin. Hemû derî û pencere girtin û li salonê me ferşek raxist û em rûniştin.

 

Çek li cem we hebûn?

 

Belê çekên me hebûn. Dema bû şev û tarî ket erdê, şer dest pê kir. Di her gurmîniyekê de xaniyê me dihejiya. Du grûban şerê hev dikir. Nîva şevê çekdarên grûbekê derketin ser banê mala me. Ji ser ban roket diavêtine grûba din û wan jî bi roketan bersiv dida. Ji nişkê ve roketek li mala me ket û wê kêliyê me got dê xanî bi ser me de hilweşe. Heta destê sibê jî şer berdewam kir û hev dikuştin.

 

Hûn tev de li hundir bûn?

 

Belê, heta sibê em ranezan lê me deng dernedixist. Me digot eger bizanin em di mal de ne dê werin û ji nav malê guleyan bavêjin aliyê din. Dema bû sibe û derdor bêdeng bû, ez rabûm û çûm ber pencerê. Min meraq dikir ka çi bûye. Min pencereya kolanê vekir, li ser rê gelek cenaze û mirî hebûn, gelek xwîn rijiya bû. Lê pir ecêb bû, ku piştî saetekê hatin û kolan paqij kirin û şûştin. Paşê xelk wek ku tiştek çênebûye derketin kolanan. Te digot qey ew şer li welatekî din çêbûye yan jî hema li wir ji bo dîmenên filmekî hewqasî şer kirine.

 

Xelkê wê derê fêr bûbûn bi şer re bijîn…

 

Erê wisa bû. 

 

Wê demê grûbên PKKê jî li wir bicîh bûbûn. Hê şerê çekdarî dest pê nekiribû lê PKKyî hebûn ma ne we ye?

 

Belê, sala 1979ê bû. Grûbên şoreşger ên Kurdan û grûbên din ên sosyalîst û enternasyonalîst hatibûn wê derê daku ji filistîniyan fêrî xebata şoreşgerî bibin. Grûbên wek Rizgarî, DDKD-Pêşeng, Ala Rizgarî, Kawa, KUK û PSK hebûn. Tev de hatibûn wê derê lê nizanim ka li ci digeriyan (dikene).

 

Li Tirkiyê hê derbeya leşkerî ya 12ê İlona 1980an çênebûbû. Dibe ji bo xweparastinê hatibin.

 

Rast e li Tirkiyê darbe çênebûbû lê her roj bi sedan ciwan di nav pevçûnên çep û rastan de dihatin kuştin. Piranî jî xwendekarên zanîngehan bûn. Di zanîngehan de şoreşgerên Kurd, çepên Tirk û herwiha faşîstan şerê hev dikirin.

 

Kampên wan grûban li Lûbnanê hebûn?

 

Min kampên wan nedîtin, ez neçûme kampan û nêzîkî komên leşkerî nebûm. Lê me ji gel dibihîst.

 

Piştî 3 mehan hûn careke din vegeriyan Almanyayê?

 

Belê.

 

Te behs kiribû, ku mala we ya li Almanyayê tenê yek ode bû. Lê êdî tu ducanî û hêdî hêdî pêwîstiyên te tên guhertin. Di xelekeke din de emê li ser van biaxivin.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst