Bilêtên konsera wî neman

24-01-2015
RÛDAW
Muhsîn Namjo
Muhsîn Namjo
A+ A-

 

 

Rûdaw (Enqere) – Hunermendê kurd Muhsîn Namjo ku wekî Bob Dylanê Îranê tê nasîn cara yekemîne ku li Tirkiyeyê konserê bide. Bilêtên konserên ku Namjo li Stenbol û Enqereyê bidin hêj niha xilas bûn.

 

Hunermendê kurd Namjo ku li Amerîkayê dijî dê di çarçoveya “Konserên Muzîkên ji Derveyên Rêzê” de bê Tirkiyeyê.

 

Namjo dê 28ê vê mehê li Enqere û 30ê mihê jî dê li Stenbolê konseran bide.

 

Hat ragihandin ku biletên konsera Namjo hemû hatin firotin.

 

Tê pêşbînîkirin ku gellek siyasetmedar, karsaz û hunermend dê beşdarî konsera Namjo bibin.

 

Hunermendê kurd Muhsîn Namjo ji xeynî stranbêjiyê, perwerdeya muzîkê dide û li setarê jî dixe.

 

Namjo li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi strana “Ey Saraban” nav daye.

 

Rojnameya New York Timesê ji bo Muhsîn Namjo gotibû “Bob Dylanê Îranê”

 

Namjo ji ber ku Qurana Kerîm wekî formên stranan de xwendibû, rejîma îranê 5 sal ceza dabû wî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst