Hunermend Mihemed Elî Şakir li Hewlêrê hat bibîranîn

23-12-2023
RÛDAW
Salvegera koça dawiyê ya hunermend M. Elî Şakir li Hewlêr`ê bi rê ve çû
Salvegera koça dawiyê ya hunermend M. Elî Şakir li Hewlêr`ê bi rê ve çû
Nîşan Mihemed Elî Şakir Hewlêr Bîranîn Salveger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Salvegera koça dawiyê ya hunermendê ji Roajvayê Kurdistanê Mihemed Elî Şakir li Hewlêrê bi rê ve çû.

Mihemed Elî Şakir sala 1946 li bajarê Dirbêsiyê ji dayik bûbû, derçûyê beşê zimanê Îngîlîzî bû, di sala 1968 ligel malbata xwe li bajarê Serê Kaniyê bicih bûn û li wir mamostetî kir.

Mihemed Elî Şakir bêhtirî 50 salî xizmete hunera Kurdî kiribû.

Gelek hunermendên mezin yên wekî Mihemed Şêxo û birayê wî Mehmûd Ezîz stranên wî gotine.

Gewrê, Ez Keçika Kurdî Me, Eyd û Erfat, Li Ber Dilêmin Şêrîn e, Ez Dil Ketim Wan Çavan û gelek stranên din wî çêkirine.

 Mihemed Elî Şakir di temenê xwe yê 74 salî de li bajarê Qamişlo ji ber coronayê di 24ê Kanûna Peşînê ya 2020an koça dawiyê kir.

Îro li Hewlêrê bi merasîmeke hat bibîranîn û Dr. Bedirxan Sindî xelata Malbata Şakir wergirt.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst