Zarokên ewropî dibe nava koçeran



Almanya(Rûdaw) - Zinnet Peken di 2yê Nîsana 1964ê de di bin konekî koçeran de li derdora herêma Elezîza Bakurê Kurdistanê hatiye dinyayê. Ew li Frankfurta Almanyayê û derdora wê bi projeya xwe ya bi navê “Konolino“ serpêhatiyên xwe yên koçeriyê bi zarokan re parve dike.  

Wekî gellek Kurdan ne rojbûna Zinnet Peken ya fermî rast e û ne jî ji ber şertên koçeriyê yên dêbavê wê diyar e ka bi misogerî ew li kû cihî hatiye dinyayê. Ew di sala 1982yê de digel malbata xwe tê Almanyayê û bêguman dîroka hatina wê ya Almanyayê rast hatiye tomarkirin. Piştre jî ew li zanîngehê beşa Zanyariyên Pedagojî û Hunerî dixwîne. 

Peken beriya 7 salan biryarê dide ku jiyana koçerên li gellek welatan, ku dişibe hev, bi awayekî pedagojîk û hunerî pêşkêşî zarokan bike. Navê projeya xwe jî wekî “Konolino“ daniye, ango “Kon“ a kurdî û “Lino“, ango bena îtalî. Ew konekî ku herdem bikaribe were vedan û barkirin bi hunermend û pisporan dide çêkirin. Ji wê rojê ve jî ew debara xwe ji vî karî dike. Ne tenê Frankfurt, herwiha ew ji bo bajarên din û welatên din jî tê vexwendin.

Ji zarokan re jiyana koçeran radixîne ber çavan

Li gor serpêhatî û lêkolînên Zinnet Peken, jiyana koçerên li hemû welatan dişibe hev. Ji wê çendê ew ji zarokan re bi gelemperî behsa jiyana cihe ya koçeran dike. Ew bi efsane û jiyana rojane ya koçeran zarokan sermest dike. Herwiha ligel wê gellek kesên din jî kar dikin. Muzîkjenên ji neteweyên cuda pê re di dema pêşkêşkariyên wê de bi awayekî zindî li muzîkê dixin û stranên koçeran dibêjin. 

Yek ji tiştên herî zêde di “Konolino“ de bala zarokan dikişîne jî, danberheva jiyana koçeran û ya vê demê li bajarên ewropî ye. Peken hefteya borî bi “Konolino“ ya xwe li nêzîkî Frankfurtê derket pêşberî zarokan. Wê ji zarokên di bin kon de rûniştibûn pirs kir ka ew “dizanin koçer çi ne“ û ji wan re diyar kir ku dêbavên wê jî berê koçer bûn: “Ew wekî şivan û nêçîrvan herdemî li ser rêyan bûn. Gellek pezên wan hene. Ji ber pezên wan herdem giya dixwin, divê koçer jî wan bibin cihên dûr yên ku giya lê heyî.“

Hevgirtina malbatê li pêşiya her tiştî ye

Piştî pirsa ka koçer cilûbergên xwe ji kû derê peyda dikin, Peker ev pirs jî lê zêde kir: “Gelo ji firoşgehên Rewe an Karstadt cilên xwe dikirin?“ Li ser vê yekê zarok hemû keniyan û wê jî ji wan re rave kir ku ew gellek caran bi xwe cilên xwe ji çermên heywanan çêdikin. Herwiha ew merşika ku zarok li ser jî bûn ji çerm bû. Zînnet Peken ji zarokan re giringiya hevgirtina malbatî û eşîrî jî wiha diyar kir: “Dema mirov ji yekî pirs dike ka tu kî yî, ew yekser dibêje ku ew keça anjî kurê filankes e.“ Wê herwiha destnîşan kir ku takekesî tenê di dema dewetan de derkive pêş û dawet heta heftiyekê didomin. Gellek caran jî dema zarok nû ji dayik dibin, ew têne dayin û dibêjin dema mezin bibe wê bi filankes re bizewice. 

Li ser pirsa ka ciwan çawa hev nas dikin û dizewicin jî, zarokekî ji nişka ve got: “Li ser înternetê.“ Bi vê bersivê kesên temenmezin di ber xwe de beşişîn û Zinnet Peken jî bi beşişîn got ku hevnasînên wisa jî pêk tên lê belê gellek zehmet e li Seharayê kompûterên ku buha ne werin kirrîn û li hemû deveran kablo were bicihkirin: “Dema keyfa du eşîran ji hev re were, ew zewaca keç û xortên ji herdu aliyan jî dipejirînin. Lê belê ji ber dema keçek were dayin, di aliyê kar de valahiyek ji bo karkirinê ji malbatê re peyda dibe. Li ser vê yekê jî doza qelend tê kirin. Heqê qelendê jî carinan mih, carinan bizin û caranan jî tiştên din in.“

Zinnet Pekan ji malbateke kurd û ermenî ye

Bavê Zinnet Peken Kurd e û dayika wê Ermenî ye. Dema ew dest bi pêşandana xwe dike, ew bi zimanên cure silavê dide zarokan. Gellek caran silavdayina wê ya bi kurdî wekî zarokên ji netewên din yên amade bala zarokên kurd jî dikişîne. Peken dibêje: “Ji xwe pêşandanên me bi zimanê almanî ne. Lê wekî zarokên din, dema ez bi kurdî jî wan silav dikim, gellek caran zarokên kurd xwe diyar dikin û dibêjin ku ew jî Kurd in û bi kurdî dizanin.

Zinnet Peken bi taybetî ji hêla saziyên ku ji bo zarokan dixebitin, weke baxçeyên zarokan û dibistanan ve tê vexwendin. Ew dixwaze bi demdirêjî vî karê xwe, yê ku debara xwe jî jê dike, berdewam bike.