Xelatên 4emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê hatin belavkirin

Moskow (Rûdaw) – Li Sînema Park Mosfilmê merasîma girtinê ya 4emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê hat lidarxistin.

Xelatên 4emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê hatin belavkirin.

Di kategoriya “Fîlma herî baş a dirêj” de fîlma “Hesp” bi ser ket, “Keçên rojê” wekî “Belgefîlma herî baş”, fîlma “Distan” wekî “Kurtefîlma herî baş”, fîlma “Dartiraş” jî wekî “Kurtefîlma herî baş a belgeyî” hat hilbijartin.

Belgefîlma “Rûbara Xemgîn” a Tora Medyayî ya Rûdawê jî dîplomaya taybet wergirt.

Di merasîmê de endamên juriyê, nûnerên endustriya sînemaya Rûsyayê û derhênerên Kurd beşdar bûn.

Derhêner û senarîst Angelina Nikonova, lîstikvan û derhêner Lyanka Gryu, producer Maxim Dobromyslov, hilberîner Elena Glikman, rojnameger û derhênerê Yunan Thomas Sideris, derhêner Îvan Bolotnîkov, derhênerê ji Başûrê Kurdistanê Newzad Şêxanî, edîtorê sînemayê yê ji Rojhilatê Kurdistanê Loqman Sohanver, lîstikvana ji Bakurê Kurdistanê Rugeş Kirici, derhêner Ozkan Kuçuk, Mehran Şîrî, Sîna Mihemed, Mehdî Umêd, Xelîl Sehragerd, Nawjîn Ezîz û hwd. amade bûn.

Di kategoriya fîlmên dirêj de 6 fîlm, di kategoriya belgefîlman de 8 fîlm û di beşa kurtefîlman de jî 15 fîlmên sînemayî û 9 belgefîlm cih girt.

Îsal erdnîgariya beşdarên festîvalê gelekî cihêreng bû.

Di bernameyên pêşbirk û derveyî pêşbirkê de bi giştî 52 fîlmên ji 12 welatan û ji 4 parçeyên Kurdistanê, Fransa, Kanada û Holendayê hebûn.

Rûdaw partnera medyayî ya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê ye

Tora Medyayî ya Rûdawê partnera medyayî ya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê ye.

Xelata Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê “Roja Zêrîn” e.

Roja Zêrîn stîleke krîstal e ku xeleke rojê ya bi 21 tîrêjan li ser hatiye neqişandin û wekî roja li ser Alaya Kurdistanê ye.

Xelata Roja Zêrîn ji aliyê hevkar û sponsorê festîvalê Multimedia Agencyê ve hat dayîn û lîstikvanê ji Rojhilatê Kurdistanê Bextiyar Panceyî, “ji bo lîstikvaniya wî ya dilşewat” a di fîlma Tapoyê de stand.

Di kategoriya Kurtefîlmên Dirêj de fîlmên “Sêv” û “Sûra” dîplomayên taybet ên juriyê wergirtin.

Her wiha lîstikvan Meryem Bûbaniyê ku di fîlma “Kur” de rola sereke lîstiye dîplomayek stand.

Fîlma “Distan” a Abdurrahîm Karabulut û Mahnu Selayir wekî “Kurtefîlma Herî Baş” hat hilbijartin.

Fîlma “Dartiraş” a bi derhêneriya Xelîl Sehragerd, wekî “Belgefîlma Kurt a Herî Baş” hat hilbijartin.

Di kategoriya “Belgefîlmên Dirêj” de fîlma “Çemê Xemgîn” a derhêner Zana Newzad Mehmûd dîplomaya taybet stand.

Fîlma “Keçên Rojê” a derhêner Rêber Doskî xelata “Belgefîlma Herî Baş” stand.

“Fîlma Dirêj a Herî Baş” ji aliyê derhêner, senarîsta Rûs Angelina Nikonova, lîstikvan û derhêner Lyanka Gryu û producerê fîlmên dirêj, belgefîlm û rêzefîlman Maxim Dobromyslov ve hat hilbijartin.

Perwîn Recebî dîploma ji bo lîstikvaniya herî baş wergirt ku di fîlma “Passing Happiness” ya derhêner Sîna Mihemed de lîstiye.

Juriyê, fîlma “Hesp” a bi derhêneriya Mehdî Umêd ê ji Başûrê Kurdistanê wekî “Fîlma Herî Baş a Dirêj” hilbijart.

Mehdî Umêd da zanîn ku ew mezûnê Zanîngeha Sînemayê VGIKê yê Moskowê bûye û ji ber vê xelatê gelekî kêfxweş e û her wiha hêvî dike ku sînemaya Kurdî bi awayekî çalak bi pêş ve biçe.

Di dawiyê de Serokê Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê Kerem Gerdenzerî xelata festîvalê ji ber keda wî ya di sînemaya Kurdî de pêşkêşî derhêner Hinêr Selîm jî kir.