Diljen Ronî ji albûma xwe ya nû straneke din belav kir: Kejê

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermend Diljen Ronî singleya duyem a ji albûma xwe ya bi navê “Ji Bîr Neke”, “Kejê” bi klîpekê belav kir.

Albûma Diljen Ronî “Ji Bîr Neke” ku di nava 2 salan de temam bû, meha gulanê bi strana “Kazacok”ê ji KOM Muzîkê derket.

Stranên albûma “Ji Bîr Neke” ji helbestên helbestvanên navdar ên Kurd pêk tên.

Strana duyem a albûmê “Kejê” jî îro li ser platformên muzîkê hat belavkirin.

“Kejê” berhemeke gelerî ye û Diljen Ronî ew şîrove kiriye.

Albûma “Ji Bîr Neke” ji 6 berheman pêk tê.

Diljen Ronî 2 berhemên gelêrî û helbestên helbestvanên navdar ên kurd Sebrî Botanî, Arjen Arî û Firat Cewerî kirine stran.

Her wiha di albûmê de berhemek bi gotin û mûzîka Diljen Ronî jî heye.

Hunermend dê van stranan yek bi yek belav bike.

Diljen Ronî kî ye?

Diljen Ronî sala 1981ê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji dayîk bûye.

Xwendina xwe ya seretayî li Cizîrê qedandiye.

Di zarokatiya xwe de bi muzîkê re eleqedar bûye.

Cara yekem di 12 saliya xwe de bi dest jenîna tembûrê kiriye.

Piştî demekê malbata wî koçî Amedê kiriye û perwerdeya xwe ya dibistanê li wir domandiye.

Hin demên cuda li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) beşdarî dersên perwerdeyê yên muzîkê bûye.

Piştî ku dest bi xwendina tibê kiriye li wir xebatên xwe yên muzîkê zêdetir kirine.

Diljen Ronî heta niha çar albûmên bi navê Çend Gotinên Evînê, Du Demsal, Çile û Xewna Derew derxistine.