Festîvala Fîlman a Duhokê ya Navdewletî bi fîlma Zer dest pê dike

Duhok (Rûdaw) – 5emîn Festîvala Fîlman a Duhokê ya Navdewletî bi fîlma Zer dest pê dike.

 

Rêveberê Festîvala Fîlman a Duhokê Şemal Sebrî ji Rûdawê re ragihand, ku festîval bi fîlma Zer ku Kazim Oz senarîst û derhênerê wê fîlmê ye, dê dest pê bike.

 

Şemal Sebrî herwiha got: “Beşeke mezin a fîlmên vê salê, behsa 'hêviyê' dikin.”

 


 

Fîlma Zer ji berhemanîna hevbeş a welatê Tirkiye û Almanyayê ye. Çîroka vê fîlmê qala xortekî dike ku li Amerîkayê dijî û aşiqê straneke dapîra xwe dibe û ji ber vê, ji bo bigihîje rastiya wê stranê, berê xwe dide welatê bav û bapîrên xwe.

 

 

Bi sponseriya Tora Medyayî ya Rûdawê, 5emîn Festîvala Fîlman a Duhokê ya Navdewletî ji roja 9ê Îlona 2017an heta roja 16ê Îlona 2017an li bajarê Duhokê dê birêve biçe.