Koordînatorê MA Musicê hat desteserkirin

23-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koordînatorê Ma Musîcê Aslan Aydogan ango bi navê xwe yê naskirî Hunermend Şêrko Kanîwar di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hat desteserkirin.

Koordînatorê Ma Musîcê Şêrko Kanîwar dema ji Almanya vedigeriya li Balafirxaneya Amedê ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin. 

Serdozgeriya Komarê ya Amedê 25ê Nîsanê li 21 bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistaqnê li dijî 191 rojnamevan, hunermend, parêzer, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên sivîl lêpirsîn dabû destpêkirin.

Hat zanîn ku di çarçoveya Serdozgeriya Komarê ya Amedê Koordînatorê Ma Musîcê Şêrko Kanîwar hatiye desteserkirin.

Li gor agahiyan li Rêveberiya Polîsan a Amedê karbûbarên yasayî derbarê Şêrko Kanîwar de berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst