Li Dîlokê 4emîn Festîvala Navdewletî ya Opera û Baleyê birêve diçe

Dîlok (Rûdaw) - Çaremîn Festîvala Navnetewî ya Opera û Baleyê ya Dîlokê ku beriya pênc rojan dest pê kir, hêj berdewam e.

Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê 4emîn Festîvala Navnetewî ya Opera û birêve ve diçe. Festîval ji alîyê Şaredariya Bajarê Meizn a Dîlokê ve tê lidarxistin. Li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê take festîvala opera û baleyê ev festîval e ku li Dîlokê tê lidarxistin.

Festîvala ku di 18ê Gulanê destpê kirî de  biryar e  heta 24ê Gulanê berdewam bike. Di çarçoveya festîvalê de muzîkalên navdar ên opera û bale yên Antalya û Samsûn li holên pîşandanan pêşkeşî hunerhezan tên kirin. Doh jî yek ji berhemek navdar a opera û baleya Antalya ya bi navê Kanli Nîgar hat pêşandan.Ji bo muzîkala Kanli Nîgar hola pêşandan ya çand û hunerê ya bi navn Mavera saetek pêşiya pêşandanê bi hunerhezên Dîlokî va tije bû.

Festîval bi palpiştiya Rêvebiriya Giştî ya Opera û Baleyê ya Dewletê, ji alîyê Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê ve  şaredarîya bajarê mezin a Dîlokê destpê kiribû û pîşandanên festîvalê li navenda çand û hunerê ya Mavera û li dika Onat Kutlar a Şaredariya Dîlokê tên kirin.

Alîkarê Şaredara Dîlokê Erdem Guzelbey got: “Şaredara Fatma Şahîn 5 sal ewil li cihekî temaşeyî operayek dike û li ser wî biryar dide ku li Dîlokê jî çalakiyek wisa lidar bixe. Li Tirkiyê tekane festîvala Opera û baleyê li Dîlokê tê lidarxistin. Îsal jî 4emîn festivale birêve diçe.”

Kanli Nîgar çîrokek ji salên 1900î û di serdema Osmanî de ye ku pêştir weke şano gelek caran hatibû pêşandan û di sala 1981an de jî weke fîlmek metraj dirêj hatibû kişandin ku aktrîst a naskirî Fatman Girik û aktorê navdar Kemal Sunal di rolên sereke de bûn. Hunerhezèn Dîlokî jî eleqeyek gelek mezin nîşanî muzîkala Kanli Nîgar dan.

Karker Melek Sezen dibêje: “Ez di emrê xwe de yekem car e muzîkalek temaşe dikim. Min pir eciband, pir herikbar bû. Mirov xwe di nav lîstîkê de his dike. Xwezî min pêştir dîtiba.”

Doktor Asli Yildirim jî got: “Pir xweş bû, bi taybet li Dîlokê hebûna çalakiyek wiha pir xweş bû. Salon bi giştî tije bû ew jî pir baş bû.”

Mamoste Hulya Karababa jî got: “Festîvala Opera û Balê pir xweş bû. Li Dîlokê van çalakîyan tên kirin. Berê jî ev festîval bibû, ez beşdar bibûm. Lîstik tên pêşandan kêfa min jê re tê.”

Xwendekar Sumeye Aksoy jî got: “Lîstik gelek xweş in ji ber wî li Dîlokê  çalakiyên wiha eleqeyek zede dibînin. Hergav hebin dê gelek baş be. Ji bo me çalakiyek gelek bi kêf bû.”

Xwendekar Gokçen Yucebûdak jî got: “Pêncşêmê jî çalakiyek hebû ez hatibûm gelek xweş bû bo me. Îro jî çalakîyek xweş e.”

Mamoste Orhan Kuyumcu jî got: “Ez hestiyar temaşe dikim. Dema dikenim jî ji çavên min rondik tên xwarê. Ji xeynî wê min orkestra jî gelek eciband.”

Di çarçoveya festîvalê de roja ewil muzîkala Hîsselî Harîkalar Kûmpanyası, di 19ê mehè de muzîkala bi navê Sîhîrbaz Oz ya ji bo zarokan, dîsa ji alîyelê  Opera û Baleya Samsûnl ve di 22 mehê de muzîkala Kanli Nîgar hat  pêşandan. Festîval dê 24ê Gulanê bi pêşandana muzîkala Memleketîm bi dawî bibe.