Aynur Dogan li Enqerê konsêrtek saz kir

23-05-2022
RÛDAW
Nîşan Aynur Dogan Hunermenda Kurd Enqere
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenda Kurd Aynur Dogan a ku Şaredariya Derînce ya parêzgeha Kocaeliyê konserta wê betal kiribû, li Enqerê konserek saz kir.

Hunermend Aynur Dogan, piştî Îzmîrê li Enqerê jî derket ser dikê û konsêrtek saz kir.

Konsêrt şeva Yekşembê 22ê Gulana 2022an li Zanîngeha Teknînî ya Rojhilata Navîn a Enqerê (ODTU) hat sazkirin.

Aynur Dogan di destpêka konsêrtê de orkestraya xwe ya ku ji hunermendên ji netewên cuda pêk tê da naskirin û paşê got: "Em dikarin bi hev re bisekinin, em dikarin bi hev re sitranan bibêjin."

Serokê Komeleya Xwendekarên ODTUyê Bakî Arslan diyar kir ku ew wek komele çalakiyên cidî lidar dixin û got, “Îsal jî hunermendên mezin dê bên. Em dixwazin bibin navenda ciwan, çand û hunerê. Konserên Amfiteatroya Vişnelik Grass bûye nirxek markeya Enqerê. Em dixwazin nirxa vê markeyê zêde bikin û Komeleya Xwendekarên ODTU bikin navenda bala hemû çalakiyên hunerî yên li Enqerê.”

Aynur Dogan di berdewamiya konsertên xwe de, şeva Yekşembê 22ê Gulanê li Tesîsên ODTU Vişnelikê sitranên xwe ji beşdaran re got.

Pêştir şaredariya navçeya Derînce ya parêzgeha Kocaeliyê bi hinceta ku ne guncaw e, konsêrta roja 17ê Gulanê ya Aynur Dogan a li wê navçeyê hilweşandibû.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst