Mele Nûriyê Hesarî - Helbestvanê xem û derdên gelê Kurd

Hewlêr (Rûdaw) – Di qada helbesta Kurdî ya resen û klasîk de, li Rojavayê Kurdistanê, helbestvanê Kurd Mele Nûriyê Hesarî yek ji helbestvanê sereke û pir berhem bû.

 

Zimanzan û helbestvanê Kurd Mele Nûriyê Hesarî di sala 1934an ji dayik bû. Ew yek ji stûnên helbesta Kurdî ya klasîk li Rojavayê Kurdistanê bû.

 

Mele Nûrî sala 2000an, dîwaneke xwe ya balkêş li pirtûkxana Kurdî zêde kir, bi navê "Zeviyek Gazîdan."

 

Li tenişta helbestên li ser zimanê Kurdî, evîndarî û dildariyê û helbestên felsefî û li ser hebûn û nebûn, jiyan û mirinê; melayê me dîsa bi giranî li ser mijara êş û kovanên gelê Kurd û welatê wan radiweste û bi dilekî şewitî û kezebeke peritî li ser wan dikale û dinale.

 

Di helbesta "Evîna Welat Zor e" de, Mele Nûrî ku wek Seydayê Pirêşan jî dihat naskirin, bi kûr û dûrî li ser dîroka Kurdistanê disekine û diyar dike ku welatê Kurdan bi xweza û siruşta xwe pir xweş û bedew e, lê sed heyf û mixabin ku welatekî sêwî û bêxwedî ye û dibêje:

 

"Ev welatê bax û bustan nêrgiz û beybûn û gul.

Ku di cîhanê bi deng e, ma xudanê wî kî ye?

Av û kanî jê dipalin dehl û mêrgan av didin.

Deşt û zozan û gelî ne, lê welatek sêwî ye.

Zab û rûbar û newal in dar û talan û devî.

Zaxur û lat zinar in, wey gidî bêxwedî ye."

 

Mele Nûrî bi ber guhê Kurdên xwe dixe ku hay ji xwe hebin, kesî we nîne ji xeynî we û eger hûn pişta hev negirin, ne çiya û ne jî dinya piştevaniya we nakin. Lewma divê hûn pişta xwe bi destê xwe bixurînin.

 

Mele Nûrî di helbesta xwe ya li jêr navê "Gazîdaneke gazinî" de ku yekem helbesta dîwana wî ye, ne tenê dagîrkerên Kurdistanê şermezar dike, lê bi tundî dewletên mezin û bihêz ên dinyayê mîna Brîtanya, Fransa, Rûsya û Amerîka rexne û şermezar dike ku berê û niha jî Kurdan dixapînin û berjewendiyên xwe nadin bi tiştekî din û dibêje:

 

"Çar dijminên Kurdan hene.

Bê derfe û bêewle ne.

Ew Ingilîzê bêfedî.

Carek me qencî jê nedî.

Kurd û Ereb berdane hev.

Pey de ji ber wan kiriye rev.

Şarê Fransa mûgever.

Hiştin gelê Kurdî bi der.

Rûs carekê dostê me bû.

Ta ku derî jê re vebû.

Amrîka pey de bû heval.

Me daye ser çendakî pal.

Bextê Emêrka bû rizî.

Destê me berda bi dizî."

 

Mele Nûriyê Hesarî di sala 2011an de wefat kir û gelek berhemên hêja li pey xwe hîştin. Yek ji berhemên wî yên hêja dîwana wî (Zeviyek Gazîdan) e.