Dihok daxwaza fîlman dike

23-05-2016
Hejar Birincî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Biryar e çaremîn Festîvala Dihokê ya Navneteweyî ya Fîlman di meha Îlona bê dhe bê lidarxistin û berpirsên vê festîvalê ji niha ve daxwaza şandina fîlmên kurdî û cîhanî dikin.

 

Berpirsa programa Festîvala Dihokê ya Navneteweyî ya Fîlman Bîna Qeredaxî ji Rûdawê re ragihand “Ji roja 20ê Gulanê ve festîvala me dest bi wergirtina fîlmên kurdî û cîhanî kir. Wergirtina fîlman dê heta 20.07.2016an berdewam dike û derhêner dikarin bi rêya malpera me fîlmên xwe bişînin.”

 

Bînayê herwiha got “Îsal gelek guherîn di festîvalê de tên kirin. Emê beşekî ji festîvalê ji bo fîlmên mêvan veqetînin. Festîval ji sê beşan pêk tê: Kurtefîlm, fîlmên dirêj û belgefîlm.”

 

Biryar e roja 09.09.2016an çaremîn gera Festîvala Dihokê ya Navneteweyî ya Fîlman li bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê bê sazkirin.                

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst