Edebiyat nikare tutiştî li dinyayê biguhere, nikare zulm û zordariyê li ser tukesî rake, nikare birçiyekî têr bike, ango di cihê xwe de ye em bipirsin baş e ew hemû helbestvan, romannivîs û çîroknivîs çi ne û çi dikin? Çi bihayekî helbest, çîrok, dastan û hîkayetan ji mirovan re heye? Ji ber çi em dîrokekê nabînin ku edebiyat tê de nebe, çi edebiyata nivîskî û çi ya devkî? Di cihê xwe de ye em bipirsin sûda edebiyatê çi ye?
Dema ev pirs ango sûda edebiyatê çi ye, ji nivîskar û çîroknivîsê Arjentînî Jorge Luis Borges (1899-1986) dihat kirin, Borges bêzar dibû. Bi nerîna wî ev pirseke kawik e û digot: Kes napirse çima dengê kanarî û dîmena rojavabûnê bedew in? Ango li ba Borges, edebiyat dikeve qalibê bedewî û estetîkê û çêj jê tê wergirtin û çêj bi xwe jî sûdeke derûnî û ruhî ye.
Romannivîsê Peruyî Mario Vargas Llosa (1936- ) “wergirê Xelata Nobel a 2010”, pirsa sûda edebiyatê çi ye, wek mafekî rewa dibîne. Bi baweriya Llosa, warê marîfî ber bi berfirehbûn û pisporiya hûrbîn diçe û zanist hino hino kûrtir dibin. Bi vî rengî jî hêma, derbirîn û zimanên taybet bi her zanistekê teşe digrin. Ev hûrbûna warê marîfî, dibe sedemê ji hev dûrketina waran û cudabûna ziman û amajeyan û dûre jî dibe sedemê sistiya têkiliyan, hevbeşiyên fikirî û kultûrî ji nav dibe, ew hevbeşiyên fikirî û kultûrî yên ku hesta girêdan û hevjiyanê diyarî mirov dikin.
Lewra Llosa dibêje: Di serdema me de zanist û teknolojiya nikarin bi rola yekgirtinê rabin. Ev jî ji ber berfirehbûna bêsînor a marîfetê û lezgîniya werçerxana wê ye ku encama wê bi pispormendî û şehrezayiya pir hûr bidawî dibe. Lê edebiyat ji destpêkê û heta niha û heta hebe jî, benda hevbeş a ezmûna mirovatiyê ye û dê wiha jî bimîne. Bi rêya edebiyatê mirov dikarin hev nas bikin, gotûbêjan bi hev re bikin. Cudahiyên karûbaran, şêwaza jiyanê û pêgeha cografî û kultûrî û rewşa xweyî bêbandor in. Edebiyat şiyanê dide mirovan yeko yeko bi hemû taybetmendiyên wan yên takekesî da bigihin kûrahiya dîrokê.
Herwiha li gor Llosa, ew pêwendiya mirovî ku edebiyat di navbera mirovan de pêk tîne û dihêle gotûbêj di navbera wan de pêk werin, ew pêwendî çavkaniya zayîna hevbeş û armancên hevbeş tîne bîra mirovan.
Dibe ku serdema niha ya tije şer, aşop, heytehola teknolojiya û nûçeyên nexweş ên dinyayê bike ku, pêwistiya me bi wê yekê zêdetir be ku em bi rêya xwendina edebiyat û metinên edebî, bêhna xwe vedin û çêjekê werbigrin. Lewra di bersiva pirsa ka em çima romanê dixwînin? Rexnegirê filistînî Yûsif Samî el Yûsif (1938-2003) dinivîse: Da em ezmûnekê bijîn ku bi tu hawî ne wek ezmûna jiyana rojane ye, karê huner û edebiyatê ew e ku hesteke bilind berhem bînin, ango huner û edebiyat ezmûna jiyana rojane ya gerdûneke vala û ziwa derbas dikin, eger ev armanc nebûna, mirov nikarîbû huner û edebiyatê berhem bîne.
Rexnegirê fransî yê navdar Roland Barthes (1915-1980) ku karekî zêde li ser rexneya wêjeyî kiriye, bi rêya kitêba xwe “Çêja Metinê” bi hûrbînî li ser wê bandora ku xwîner dikare li ser metinê pêk bîne radiweste. Bi baweriya wî, her tekstek ku bi çêjdarî bê xwendin, tê wateya ku ev tekst bi çêjdarî hatiye nivîsandin, lewra Barthes dipirse: Gelo nivîsandina bi çêjdarî, tê wateya ku xwîner helbet dê çêjê jê bibîne? Bersiva Barthes (na) ye. Li gor Barthes, divê nivîskar li ber xwîner bigere û hewl bide wî bixapîne, (xapandin) hertim girêdayî şadî û çêjdayînê ye.
Barthes tekez dike ku da tekstek bibe teksteke çêjdar, pêwist e ew merc tê de hebin ku tekstekê dikin çêjdar. Her metinek eger bixwaze bê xwendin, bi nerîna Barthes, divê bikare xwînerên xwe bixapîne. Barthes dibîne ku nivîskar red dike kesekî dîn be, di eynî demê de bi wê yekê jî razî nabe kesekî sax û saxlem be, lê nivîskar dikeve navbera van herduyan de, ango dikeve navbera dînîtî û saxlemiyê de. Bi dîtina Barthes, nivîsandin ji derhişiyê tê afirandin, lê bi hişyarî û agehdarî tê nivîsandin.
Ev kartêkirina dualî di navbera xwîner û metinê de, ezmûna wergir/xwîner zêde dike, mecala ramanê û asoya giştîbûna wê zêdetir dike û wê dûr dixe ku di nav çarçoveyeke xetimî û dîwarê peyvan de bifetise. Metin bi tena serê xwe nikare bihayê estetîkê bi dest bixe, lê karvedana wergir û kartêkirina dualî ya wergir û metinê, bandora wan heye bo bidestxistina vî bihayî. Ji ber vê jî Barthes angaşta “mirina nivîskar” dike û desthilatê dide xwîner, lê ew xwînerê ku Barthes behs dike ne xwînerê normal lê xwînerekî hişyar û rewşenbîr e.
Barthes diyar dike ku xwîner hemû tekstan bi heman tam û çêjê naxwîne û dibêje: Herkes dikare bibîne ku çêja tekstê heta dawî nabe. Tutişt nikare dilaramiyê bide me. Dibe ku di demekê de tekstek li gor me bedew be, lê careke din û di demeke din de heman tekst ne bi dilê me be. Rewş bandorê li ser tekstan dikin.
Tevî wê çêj û xweşiya ku edebiyat diyarî xwîneran dike, divê em zanibin ku eger tekstek xweş be, nayê wateya ku ew tekst serketî ye. Bi sedan tekst hene ku bala mirov dikşînin, lê bê armanc in û ne sûdmend in. Romannivîsê Kurd Bextiyar Elî dibêje: Ne merc e eger romanekê bala me kişand, êdî romaneke serketî be, gelek fîlm û roman hene ku dikarin bala me bikşînin, lê tu peyameke wan nîne. Ya girîng ew e ku li tenişta ragirtina xwîner, em rêza bîrkirin û xeyala wî jî bigrin. Roman dikare bi gelek rêyên cuda bala xwîner bikşîne, wek hestên navxweyî û ruhiyeta helbestgerî û xwezaya vegotin û hîkayetê.
Yanî çêjdayîn ne şertê edebiyata baş e. Yûsif Samî el Yûsif dibêje: Romana baş ew e ku bi rastî ruhê mirov û bihayên mirov nîşan bide, çimkî mirov sîsika hebûnê ye.
Bextiyar Elî jî dibêje: Roman wek janreke wêjeyî rê dide em cîhanê bi awayekî zelaltir û ronaktir bibînin.
Ango eger edebiyat di warê pratîkî de nikaribe tiştekî bike, lê di warê ruhî de karekî mezin ji mirovatiyê re dike û çêj û asûdeyiyeke derûnî diyarî mirov dike.
Senger Zirarî
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse