Belgefîlma Rûdawê xelata navneteweyî ya Webbyê wergirt

23-04-2024
Nîşan Korowai Webby Roj Elî Zale Xelat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Belgefîlma Rûdawê ya bi navê  “Korowai” di nav zêdetirî 13 hezar berheman de Xelata Webbyê wergirt.

Rûdaw li Îraq û Herêma Kurdistanê dezgeha yekem a medyayî ye ku Xelata Webbyê werdigire.

Belgefîlma “Korowai”yê ya Rûdawê, ji bo Xelata Webbyê ya 2024an ku bi navê Oscarên Înternetê jî tê naskirin, bi bûbû berbijêr.

Belgefîlma Rûdawê di beşa şêweya Geşt û Jiyanê (Travel and Lifestiyle) de rikeberî bi çend belgefîlmên Amerîkî, Zelandaya Nû û Gurcistanê re dkir.

Dimênên Korowaiyê li nava darsitanên Papuaya Rojava yên li Endonezyayê ji aliyê rojnameger û derhênerê Rûdawê Roj Elî Zale ve hatine girtin û behsa çîroka eşîra bi navê Korowaiyê dike.

Heta sala 1970yî kesî nizanîbû ku ew eşîr heye û endamên eşîrê  “Korowai”yan jî nizanîbû ku ji bilî darsitanê jiyaneke din heye.

“Goştê mirovan dixwin”

Eşîra Korowaiyan wekî eşîra herî dawî ye ku goştê mirovan dixwe.

Li gorî baweriya wê eşîrê, hinek caran rihek bedenê mirov kontrol dike ku ew ruh wekî “Xaxwa”yê tê naskirin.

Eger endamên eşîrê ji kesekî bikevin gumanê ku Xaxwayê ew kontrol kiriye, endamên din ên eşîrê Xaxwayê dikujin û goştê wê dixwin û wisa bawer dikin ku Xaxwa ji holê radibe.

Xelata Webbyê sala 1996an hatiye damezirandin û salane ji aliyê Akademiya Navneteweyî ya Huner û Zanistên Digital (IADAS) ve tê pêşkeşkirin.

Xelata Webbyê wekî Oscara Înternetê tê pênaskirin û du pêvajoyên belavkirina xelatê hene.

Di destpêkê de IADAS belgefîlman diyar dike û piştre belgefîlm ji aliyê jûriyên cihanî ve tên diyarkirin.

Herwiha hinek ji belgefîlman jî ji aliyê xelkê ve tên diyarkirin û xelk dengê xwe dide da ku ew fîlm xelatê bistînin.

Îsal bîneran bi rêya dengdanê belgefîlma Korowaiyê hêjayî xelatê dît.

Bidestxistina xelatê jêhatîbûn û pêşkeftina di teknîkên dîjîtal de destnîşan dike.

Di nava biserketiyên salên berê yên xelatê de Google, NASA, New York Times, BBC, Apple, Facebook, Instagram, YouTube, TikTok, Netflix, Snapchat û gelek saziyên din hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst