Hewlêr (Rûdaw) - Rexnegira sînemayê û mamosteya Zanîngeha Duhokê Kewser Mihemed Elî Cebar ku li ser rexneya sînemayê mastera wê heye û niha li ser doktorayê dixebit, li ser rexnegiriya sînemayê 3 pirtûk nivîsandine û 3 pirtûk jî bi hevbeşî li gel nivîskarên din belav kirine.
Kewser Mihemed Elî Cebar ku xelkê Bexdayê ye, ji sala 2007an ve li Duhokê niştecih e û niha bi Kurdiyeke baş diaxive û di vê hevpeyvînê de ji Rûdawê re behsa rewşa sînemaya Kurdistanê dike.
Hûn weke rexnegireke akademiya sînemayê, sînemaya Kurdî di çi astekê de dibînin?
Ez ji gelek nêz ve agahdarê sînemaya Kurdî me, bi awayekî berdewam beşdarî festîvalên sînemayê dibim, ji bilî wê li ser sînemayê projeyeke min a pirtûkê heye, lê hêj temam nebûye, ezê di demeke nêz de belav bikim. Li gor min fîlmên Kurdî pêşketineke baş bi dest xistiye. Li gel wê yekê jî dikarim bibêjim ku ji hemû hunerên din ên Kurdistanê, asteke cîhanî wergirtiye. Gelek sînemakarên navdar ên Kurd hene ku nav û dengê wan ê cîhanî heye. Weke Hîşam Zeman, Şewket Emîn, Huner Selîm, Behmen Qubadî. Bi dehan derhênerên din li festîvalên navdar ên cîhanê, fîlmên wan têne nimayîşkirin. Ev jî belgeya wê yekê ye ku fîlmên Kurdî kariye cihê xwe li cîhanê veke, lê li gel vê yekê jî pirsgirêk heye. Sînemaya Kurdî, ne sînemayeke bazirganiyê ye û ya holên sînemayan nîne, bêhtir sînemaya festîvalan e.
Gelo pirsgirêka sînemayên Kurdî, nebûna fîlmên bazirganiyê ye?
Beşeke (pirsgirêka sînemayên Kurdî) nebûna fîlmên sînemayê ye, ango eger ew fîlm sînemayên Kurdistanê werin nimayîşkirin, dê temaşevanên wan gelek nebe. Herwiha senaryo û çîrokên fîlmên Kurdî gelek dubare ne. Piraniya wan behsa kirîna şerefê, kuştina jinan, Enfal, Helebce û mijarên bi vî rengî ne, tevî wê yekê ku ev mijar gelek giring in û pêwîst e bigihin hemû cîhanê.
Li gor nêrîna we, ji sînemaya Kurdî û sînemaya Iraqê, kîjan bêhtir pêş ketine?
Ez nikarim vê yekê bînim ber hev, çimku qiyaseke dadperwerane nabe. Min hemû fîlmên Iraqî nedîtine, herwiha hemû fîlmên Kurdî jî nedîtine, fîlmên ku min temaşe kirine, baş û xirabên wan hebûn.
Li Hewlêrê dîdarek ji bo fîlmên jinan hat sazkirin, tu jî yek ji endamên juriyê bûyî, li gor nêrîna te derhênerên jin li Kurdistanê hene?
Li gor nêrîna min jinên Kurd karîne li warê sînema û karê derhêneriya fîlman serkeftî bibin, ji bo vê yekê jî belge ew e ku me du roj fîlmên derhênerên jin temaşe kirin, wan xwe isbat kirin, lê li gel vê yekê jî astên wan ciyawaz bûn û baş û xirab hebûn. Hinek derhênerên jin, karên gelek baş pêşkêş kirin. Hinek ji wan jî hewl dabûn, lê armanca wan pêk nehatibû, bi her awayî, hewldanên wan gelek baş in.
Li Herêma Kurdistanê çend akademiyên hunerên ciwan hene, bandora wan akademiyan li ser pêşketina hunerê hebû?
Min du sal dersên şanoyê dan, beşek ji xwendekaran tenê ji bo wergirtina bawernameyê hatibûn, lê bêguman bandora wan bi xwe jî hebû. Eger li her qonaxekê, tenê yek derhênerê baş mezûn bibe, ev tê wê wateyê ku ev karekî baş e, lê weke pêwîst, ne çalak in. Weke nimûne; li piraniya festîvalên Kurdistanê, kêmtirîn aktor û derhênerên vê akademiyê amade ne ku ti berhemên wan ên di warê sînemayê de tine ne.
Zêdetir ji kîjan karê derhênerên Kurd mat mayî?
Hemû fîlmên derhênerê navdar ê Kurd Hîşam Zeman ji min re xweş tên. Herwiha fîlmên Şewket Emîn pir xweş in, bi taybetî fîlma wî ya dawî gelek bandor li ser min hiştiye. Fîlma Vodka Lemon a Huner Selîm gelek xweş e. Piştre ez şeydaya hemû karên derhênerê navdar ê Kurd Yilmaz Guney im.
Li gor nêrîna te kêmasiyên sînemaya Kurdî çi ne?
Helbet senaryo û çîrokên fîlmên Kurdî gelek lawaz e, herwiha di nav sînemaya Kurdî de super star tine ye. Divê hewl bidin ku gelek super star derxin holê. Lewra komkirina temaşevanan bi rêya super staran e. Em ji bo xatirê aktorekî/e navdar ê/a Hollywoodê pere didin bilêtan û diçin sînemayê, lê ev li Kurdistanê tine ye, super star tine ye û nebûne sedema rakişandina temaşevanan. Piraniya aktorên ku beşdarî sînemaya Kurdî dibin, yan şanoger in, yan jî aktorên dramayê ne ku ev jî ji karê sînemayê gelek ciyawaz e.
Gelo li Kurdistanê bi navê kultura sînemayê tiştek heye?
Mixabin kultura sînemayê li Kurdistanê gelek lawaz e, ji bilî wê ku temaşevanên festîvalê jî tine ne. Bawer bike fîlm hebû ku tenê ez li hola sînemayê rûniştî bûm. Sê sedemên vê yekê hene ku temaşevanan radikişîne hola sînemayê: Yekem; fîlmên aksiyon ku ew jî di fîlmên Kurdî de tine ye. Duyem; fîlmên mustehcen gelek temaşevanan dikşînin, lê ji ber civak û kevneşopî, ew jî di fîlmên Kurdî de tine ye. Sedema sêyem ku min berê jî got, tinebûna super star e di fîlmên Kurdî de. Divê derhêner hewl bidin ku super star çêkin daku ji ber wan, li sînemayan temaşevanan zêde bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse