Helbestvanê kurd Seydayê Tîrêje 12 sal berê koça dawî kir

23-03-2014
RÛDAW
Tîrêj
Tîrêj
A+ A-

Amûdê (Rûdaw) – Îro 12 sal bi ser koça dawî ya helbestvanê navdarê kurd ê Rojavayê Kurdistanê Seydayê Tîrêj re derbas dibe…

Helbestvanê navdarê kurd Seydayê Tîrêj ku bi helbesta “Bilbilê Dilşad” di nava Kurdan de naskirî ye, di sala 1923an de li gundê Nicmê yê girêdayî parêzgeha Hesekê li Rojavayê Kurdistanê hatiye dinê. Navê wî yê rastî Nayifê kurê Heso ye. Gava ew dibe 6 salî, bavê wî mala xwe bar dike û li gundê Sêmitik bi cî û war dibin.

Tîrêj li wê derê û li cem mela Birahîmê Golê, Qur'anê û çend pirtûkên olî dixwîne. Wek gellek helbestvanên kurd, ew jî di dibistana olî de dest bi xwendin û nivîsandinê dike. Tîrêj di sala 1937an de hatiye bajarê Amûdê û li wê derê dest bi dibistanê kiriye. Pênc salan li wê dibistanê xwendiye. Lê ji ber mercên aborî nekarî xwendina xwe berdewam bike. Li wê derê, têkiliyên wî bi helbestvanên mezin ên mîna Cegerxwîn, Qedrî Can, Hesen Hişyar, Yûsif Berazî Bêbuhar û Nûredîn Zaza re xurt bûye.

Bi bandûra wan jî evîna nivîsandina helbestê di dilê wî de şax daye. Bi wan re xebata niştimanperwerî kiriye û wek gellek welatperwer û ronakbîrên kurd, seydayê Tîrêj jî, di nava komeleya Xoybûnê de cihê xwe girtiye. Ligel nivîsandina helbest û çîrokan têkoşînek siyasî jî meşandiye. Cegerxwîn di dîwana xwe ya (Kî me Ez) de, li ser Seydayê Tîrêj, bi navê wî yê rastî (Nayifê Heso) helbestek nivîsandiye û hêviyên hêja ji wî kiriye.

Di sala 1952an de Seydayê Tîrêj bi destê hêzên ewlekariya Sûriyê tê girtin û dîwanek ji helbestên wî yên nebelavbûyî jî tê talankirin. Ew, ji neçarî demeke dirêj xwe di nava Erebên Cibûran de diparêze. Di sala 1973an de berê xwe dide bajarê Hesîçe û li wir bi cî û war dibe, ta ku ji nav me koç dike.

Ji berhemên wî yên çapkirî, Dîwanên Xelat, Zozan, Cûdî û Serpêhatiyên Kurdan. Berhemê wî yên neçapkirî jî, Mewlûda Kurmancî, Dîwanek ji helbestan, Serpêhatiyên Kurdan.

Seyda 3 caran hatiye xelat kirin: Xelata Roja Helbesta Kurdî li Sûriyê 1995, Xelata 100 Saliya Rojnamevaniya Kurdî 1998, Hewlêr û Xelata Koma Helebce ya Folklorê Kurdî li Cizîrê- Hesîçe, 2001.

Seydayê Tîrêj roja şemiya 23'ê Adara 2002'an, demjimêr 8 êvarî li nexweşxaneyeke bajarê Hesîçe li Cizîrê, çû ber dilovaniya xwe. Seyda di helbestên xwe de zor û sitemkariya li ser neteweya Kurd, sedemên bindestiya gel û ji bo rizgariya Kurdistanê pêwîstiya tekoşînek bi yekdest didît û digot: Ez narevim narevim pêşmergeme ez narevim Wek hîm û tehtê çiyê tu car ji cih nalivim Bi zarotî diya min şîr daye min bi xwînê Dunya li min bi yek bî ji ya xwe danakevim…

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst