Bîranîna Seydayê Tîrêj
Hewlêr (Rûdaw)- Îro 12 sal di ser koçkirina helbestvanê navdar ê Kurd Seydayê Tîrêj re derbas dibin.
Seydayê Tîrêj di sala 1923an de li gundê Nicîmê yê girêdayî parêzgeha Hesekê hatiye dinê.
Seydayê Tîrêj navê wî yê rastî Nayifê kurê Heso ye. Gava ew dibe şeş salî, bavê wî mala xwe koç dike û li gundê Sêmitikê bi ccih dibin.
Tîrêj li wî gundî li cem mela Brahîmê Golî Quraanê û çend pirtûkên olî dixwîne. Wek gelek helbestvanên Kurdan, ew jî di dibistana olî de dest bi xwendin û nivîsandinê dike.
Ew di sala 1937an de hatiye bajarê Amûdê û li wê derê dest bi dibistanê kiriye. 5 salan li wê dibistanê xwendiye, lê ji ber mercên aborî xwendina xwe berdewam nekir.
Li Amûdê têkiliyên wî bi helbestvanên mezin Cegerxwîn, Qedrî Can, Hesen Hişyar û Nûredîn Zaza re xurt bûye. Bi bandûra wan jî, evîna helbestnivîsandinê di dilê wî de şax daye. Bi wan re xebata niştimanperwerî kiriye û wek gelek welatperwer û ronakbîrên Kurdab, Seydayê Tîrêj jî di nava civata Xoybûnê de cihê xwe girtiye. Ligel nivîsandina helbest û çîrokan têkoşînek ramyarî jî meşandiye.
Di sala 1952an de bi destê hêzên ewlekariya Sûriyê tê girtin û dîwanek ji helbestên wî yên nebelavbûyî jî tê talankirin.
Seydayê Tîrêj ji neçarî demekê dirêj xwe li nav Erebên Cibûran diparêze. Di sala 1973an de berê xwe dide bajarê Hesekê û li wir bi cih dibe heta ku çû ser dilovaniya xwe.
Di roja şemiya 23yê adara 2002an de di saet 8ê êvarî li nexweşxaneya Dr. Îsam Bexdê li bajarê Hesekê, helbestvan Seydayê Tîrêj çû ber dilovaniya xwe.
Helbestvanê navdar ê Kurd Cegerxwîn di dîwana xwe ya “Kî me Ez” de li ser Seydayê Tîrêj bi navê wî yê rastî “Nayifê Heso” helbestek nivîsandiye û hêviyên hêja ji wî kiriye. Cegerxwîn di wê helbesta xwe de wiha dibêje:
Ev xwendin û zanebûn
Nêzîk dikin serxwebûn
Xortên wek te pir zana
Gerek bêjin; Nezana
Bira destên hev bigrin
Di vê rê de em bimrin...”
Berhemên Seydayê Tîrêj
Berhemên wî yên çapkirî ev in:
Dîwana Xelat, Libnan-Beyrût-1985.
Dîwana Zozan, Libnan-Beyrût-1990.
Dîwana Cûdî, Libnan-Beyrût-1998.
Serpêhatiyên Kurdan (1).
Berhemê wî yên neçapkirî ev in:
Mûlida Kurdmancî.
Dîwanek ji helbestan.
Serpêhatiyên Kurdan(2).
Seydayê Tîrej 3 caran hatiye xelat kirin:
Xelata Roja Helbesta Kurdî li Sûriyê 1995.
Xelata 100 Saliya Rojnamevaniya Kurdî. 1998, Hewlêr.
Xelata Koma Helebce ya Folklora Kurdî li Cizîrê- Hesekê. 2001.
Seyda di helbestên xwe de zor û sitemkariya li ser neteweya Kurd, sedemên bindestiya gel û ji bo rizgariya Kurdistanê pêwîstiya tekoşînek bi yekdest û canbêzariyek bê sînor didît û dibêje:
Ez narevim narevim pêşmergim ez narevim
Wek hîm û tehtê çiyê tu car ji cih nalivim
Bi zarotî diya min şîr daye min bi xwînê
Dunya li min bi yek bî ji ya xwe danakevim.
*Ji Wîkîpediya hatiye wergirtin