Hunermenda Kurd Emel Çîftçî hat berdan

23-01-2024
RÛDAW
Nîşan Emel Çiftçî Hunermend Doz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenda Kurd Emel Çîftçî ya ku bi hinceta “endamtiya rêxistinê” û “rêveberiya rêxistinê” sala 2023yan hatibû girtin îro hat berdan.

Emel Çîftçî di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li ser îdiayên şahidê nihênî yê bi navê “Ulaş” 21ê Tebaxa 2023yan li Amedê hatibû girtin.

Derbarê Emel Çîftçiyê de bi hinceta “endamtiya rêxistinê” û “rêveberiya rêxistinê” doz hatibû vekirin.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê yekemîn rûniştina dozê îro li 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi rê ve çû.

Di rûniştinê de şahidê nihênî “Ulaş” bi rêya SEGBÎSê beşdar bû û îdia kir ku “Emel Çîftçî qaşo hunermend e û qadroyeke rêxistinê ye.”

"Ew kesên ku şahidhalê neyînî behs dike ez nas nakim"

Emel Çiftçiyê îdiayên şahidhalê nihênî red kirin û got:

“Ew kesên ku şahidhalê nihênî behs dike ez nas nakim. Ez hunermend im û nexweşa pençeşêrê me û dermanan werdigirim. Ez daxwazim bêm berdan.”

Dozger daxwaza berdewambûna girtina Emel Çîftçiyê kir lê şandeya dadgehê bi şertên kontrola dadî ku dernekeve derveyî welat Çîftçî berda.

Rûniştina dozê ya bê dê 14ê Adara 2024an be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst