Çalakiyên sersalê yên Zaxoyê: Delîl Dîlanar dê li ser dikê be

Hewlêr (Rûdaw) – Li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ya Başûrê Kurdistanê ji bo sersalê çalakî tên lidarxistin.

Hunermend Delîl Dîlanar jî dê di çarçoveya çalakiyên sersalê li Zaxoyê konserekê bide.

Birêvebiriya Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ji bo çalakiyên sersalê bajar bi çira û daran xemilandiye.

Nûçegihanê Rûdawê Xerîb Mecîd ji Zaxoyê ragihand ku ji bo ewlehiyê, pêşwaziya geştyaran û birêvebirina çalakiyan komîteyek hatiye avakirin.

Çalakiya sersalê doh bi konsera hunermenda Kerkûkî Çopî Fetahê dest pê kir û dê heta 31ê Kanûna Pêşîn berdewam be.

Hunermenda Kerkûkî Çopî Fetahê ji Rûdawê re ragihand û got:

“Albûmeke min amade ye, hemû parçeyên Kurdistanê tê de ne.

Ez Kurd im û xelka Kurdistanê me. Ji bo min Kurmancî, Soranî û Zazakî wekî hev in.”

Hunermendê navdar ê ji Bakurê Kurdistanê Delîl Dîlanar dê îro saet 20:00an derkeve ser dikê.

Delîl Dîlanar ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku konser ji aliyê birêvebiriya Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ve tê lidarxistin.

Hunermend Delîl Dîlanar ji Rûdawê re got:

“Ez dê bi beşdariyê xelkê kêfxweş bibim.

Her kes dikare li qada konserê amade be.”

Konsera Delîl Dîlanar a li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê dê danê êvarê li qada nêzîkî Pira Delal were lidarxistin.

Bernameya çalakiyên sersalê wiha ye:

- 21ê Kanûna Pêşîn Çopî Fetah

- 22yê Kanûna Pêşîn Delîl Dîlanar

- 23yê Kanûna Pêşîn Sena Berzincî

- 24ê Kanûna Pêşîn Eyûb Elî

- 25ê Kanûna Pêşîn Şanaz Zahir

- 26ê Kanûna Pêşîn Dîlanar û Koma Roj

- 27ê Kanûna Pêşîn Deşnê Mûraf

- 28ê Kanûna Pêşîn Îslam Zaxoyî û Dilşad Zaxoyî

- 29ê Kanûna Pêşîn Tara Mamedova

- 30ê Kanûna Pêşîn Rêkêş Seyranî

- 31ê Kanûna Pêşîn Ebdulqehar Zaxoyî û Şerîfo

Hunermend Delîl Dîlanar yek ji hilgirên kevneşopiya dengbêjiya modern a Kurdî ye.

Delîl Dîlanar ji mamosteyê mezin ê meya Kurdî Egîdê Cimo perwerdeya enstrumanan wergirtiye.

Wî bi harmoniya melodiya enstrumanan û dengbêjiyê bandoreke mezin li muzîka Kurdî kir.