Kejê bi şirketeke telefonan re girebest îmze kir

22-12-2016
RÛDAW
Nîşan Kejê Hawta Esed Reklam Telefon Silêmanî
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Stranbêja kurd Kejê Hawta Esed bi şirketekê ya telefonan re ji bo reklamê rêkeftinek îmze kir.


Dîmenên reklamê li bajarê Silêmaniyê di otelekê de hatin tomarkirin û reklam dê rojên pêş de were belavkirin.


Kejê Hawta Esed ji Rûdawê re wiha got: “Min ji bo xebatên xwe yên hunerî pêşniyara reklamê qebûl kir. Pêşniyarên ji niha şûn de bêne jî ezê binerxinim.”


Kejê got ew naxwaze çi qas pere ji reklamê wergirtiye û wiha domand: “Ez dikarim bi pereyê min standî xebatên xwe yên hunerî 2 salan bidomînim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst