Hunermendê ji Dêrsimê Alî Înanir albûmeke nû derxist

22-11-2023
RÛDAW
Hunermendê ji Dêrsimê Alî Înanir albûmeke nû derxist
Hunermendê ji Dêrsimê Alî Înanir albûmeke nû derxist
Nîşan Alî Înanir Gilê Kowo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermend Kurd Alî Înanir albûmeke nû ya bi navê “Gilê Kowo” derxist.

Albûma Gilê Kowo ji 12 stranan pêk tê ku 8 Kirmançkî, 3 Kurmancî û yek jî bi zimanê Eremenî ye.

Alî Înanir di albûma xwe de, helbestên hûnermendên wekî Mehemet Çetîn, Seydayê Tîrêj, Arjen Arî, Rençber Azîz, Huseyîn Arslan û Kenan Coşkun kirine stran.

Stranên albûma li ser platformên dîjîtal ên muzîkê hatin parvekirin.

Înanir di albûma xwe de, ji bo bîranîna Rêberê Kurd Seyîd Riza û rêhevalên wî jî stranek got.

Li ser berga albûmê, wêneyên şêwekarên wekî Loqman Ehmed, Hîro Şêxa, Hakan Yaşar, Murat Îpek cih digirin.

Înanir ji Rûdawê re got, “Ji bo derxistina albûmê me salekê amadekarî kir. Ez dikarim bêjim albûmeke serkeftî derket holê.”

Alî Înanir kî ye?

Alî Înanir sala 1982an li Dêrsimê ji dayik bû lê ew  li Edeneyê mezin bûye.

Ev 13 sal in li Herêma Kurdistanê dijî.

15 sal in bi awayekî profesyonel bi muzîkê re eleqeder dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst