Çend têbînî li ser fîlma Dogville

Nivîsîna: Befraw Nûrî

 

Fîlosofê Ingilîz Thomas Hobbes dibêje: "Mirov gurê mirov e." Ev gotin nerîn û dîtina wî fîlosofî li ser mirov di hevokeke girîng û têrwate de kurt dike. Li ba Hobbes, mirov objeyeke ku tenê li arezû û berjewendiyên xwe difkire. Ew hemû reftar û tevgerên mirov vedigerîne gera li qazanc û xweşiyê û xwe dûrkirina ji êş û janê. Ev nerîna wî li ser mirov dibe hîm û bingeha fîlosofî û bîr û baweriyên wî yên siyasî jî. Ez li vir behsa bîr û baweriyên Hobbes nakim. Min tenê xwest balê bikişînim ser wê baweriya wî ku di dema temaşekirina fîlmekî bi navê "Dogville" de bi temamî mejî û xeyala min dagîr kiribû.

 

Fîlmê"Dogville" karê derhênerê Denmarkî yê navdar Lars von Trier e û sala 2003an derket ser ekranên sînemayan.

 

Fîlm beşê yekem e ji wan sê karên ku Trier dixwest wan li ser Amerîkayê çêbike. Fîlmê Manderlay beşê duyem ê projeya wî bû, beşê wê yê sêyem diviyabû fîlmê Washington be ku Trier dirust nekir û dev jê berda. Fîlm ji balada "Çeteya Deryayê Jenny" ji şanoya "Operaya Sêqirûşî" ya Bertolt Brecht hatiye wergirtin. Fîlm ji 9 beşan pêk tê. Dogville ku gundekî li nav çiyê ye, navê navçeyeke Amerîkayê ye. Fîlm bi zanebûn Amerîkayê hildibijêre daku ji me re bêje Amerîka wek lûtkeya ciwanî û geşeya mirovatiyê tê naskirin, da bi riya vê yekê şaşî û çewtiya wan hemû tezan tekez bike ku bi awayekî geşbîn li mirov û destkeftên wî dinerin. Trier dibêje sînema lîstik û yariyeke civakî ye ku divê şaristanî tê de winda bike. Baweriya Trier, rastiya wê baweriya Hobbes hîn bêtir nîşanî me dide ku mirov ji bo xwe û ji bo hez û arezûyên xwe her tiştî binpê dike. Pêşî xwe di kirasê mirovê baş û rind de vedişêre û dûre dema derfet jê re peyda dibe şeytanê di hundirê xwe de û aliyên xwe yên kirêt nîşan dide.

 

Dogville mirina mirovatiyê radigihîne

 

Fîlm ji me re dibêje civakek bi navê civaka mirovatî nîne. Ya ku heye kombûna çend guran e ku hevdu bi awayekî herî kirêt û qirêj bikar tînin. Fîlm li cihekî tenê ye û tevahiya fîlm di hundirê studyoyê de hatiye berhemanîn. Hemû mal û cihên di hundirê fîlm de bi xeteke spî hatine cudakirin. Her kesek di mal û cihê xwe de bi temamî tê dîtin, lewra bêtir wek şanoyekê xuya dike. Von Trier nexwestiye şanoyê dirust bike, lê xwestiye wek tiştekî sembolîk behsa mirin û jinavçûna fezaya taybetî ya mirovan bike.

 

Fîlm çîroka keçekê ye bi navê Grace ku Nicole Kidman rola wê dilîze. Grace keçeke pak e, sembola dilovanî, pakî û başiyê ye. Keçeke biaqil û rexnegir e. Ji ber ku bi kar û kirdarên bavê xwe re li hev nake, ji destê bavê xwe direve û li gundê Dogville dihêwire, da xwe li wir veşêre û rizgar bike.

 

Dogville bajarekî biçûk e ku pêkan e her bajarek di hinava şaristaniya modern de be. Grace li wir dixwaze bi dilovanî û meremên xwe yên mirovparêz alîkariya xelkê bike û hewl dide têkiliyeke mirovdost bi şêniyên Dogville re dirust bike, lê ya ku di bersivê de dibîne tenê jan û sûda demkî ye ku hemû çavên xwe berdidin wê û her kes dixwaze bi awayekî wê ji xwe re bikar bîne.

 

Bavê Garce ku mirovekî cowboy û bihêz e, polîsan bêgav dike li keça wî bigerin.

 

Nişteciyên Dogville ku dizanin rewşa Grace xirab e, wê ji berê bêtir diêşînin û jinên Dogville jî bi çavekî sivik û neyarî lê dinerin û karên xwe bi pereyekî pir kêmtir ji berê didin wê. Tew wiha lê tê ji aliyê mêrên Dogville ve destdirêjî li ser wê tê kirin. Ji hemûyî xirabtir jî ew e ku her kesek ji bo reftarên xwe hêncetekê dibîne. Wek mînak kesê ku destdirêjiyê dike ser Grace dibêje hemû ji te hez dikin û te dixwazin, vêga ku ez dikarim te bikim a xwe, êdî çima ez nekim? Piraniya wan kesan behsa bextreşiya jiyana xwe dikin. Wek ku divê Grace baca hemû bextreşiyên wan bide.

 

"Destên xwe ji mirovan bişon!"

 

Fîlmê Dogville hêviya me bi yekcarî ji mirov dibirre. Herçiqasî bi riya Tom dilê me hinekî xweş dike ku mirovekî mîna Tom heye û hîn jî dikare mirovane hizr bike. Lê di dawî de ji me re diyar dibe ew jî mêrek e wek mêrên din ên Dogville ku tenê bi serrûkeke rewşenbîrî û felsefî, Grace wek obje û babetekê ji xwe re bikar tîne. Bi navê eşqê Grace bi xwe ve girê dide û di dawî de Grace radest dike û wê li ba polîsan eşkere dike.

 

Dogville ne tenê çîroka bajarekî li Amerîkayê ye. Lê karesatek e Rojava û Rojhilat jî li xwe digre. Behsa neman û jinavçûna hemû buha û exlaqan dike, behsa riyakarî û derewên eqlê instrûmêntel ê mirovê vê serdemê dike. Dogville nerîna Hobbes li ser mirov ji me re bêtir tekez dike. Dibe ku ji Hobbes wêdetir jî çûbe û bi kûrî ji me re diyar dike ku mirov heta asteke çawa ji êşandina mirovên din hez dike û amade ye ji bo hez û arezûyên xwe hemû sînoran derbas bike.

 

Lê gelo çima divê şêniyên Dogville li hember miroveke baş û mirovperwer wek Grace xirabiyan bikin? Gelo şêniyên Dogville jî qurbaniyên rewşekê ne ku wiha kiriye bi vî rengî tevbigerin? Gelo em dikarin hêncetekê ji wan hemû xirabiyan re bibînin? Eger hêncetek jî hebe û ew bi xwe jî qurbanî bin, êdî cihê wijdan û hişyariya mirovatiyê li ku ye? Gelo exlaq li jêr navê her hêncetekê bin, divê bên binpêkirin û piştguhxistin? Bêguman ev pirs û hinekên din bi dîtina fîlm di mejiyê gelek kesan de çêdibin. Eger me karên din ên Lars von Trier dîtibin, em ê fêm bikin armanca sereke ya Lars von Trier ji vî karî ew e ku bêje sermayedarî "ku bêguman Amerîka wek lûtkeya çanda sermayedarî tê dîtin" bûye sedem ku mirov bibe kerese û materiyalek ku tenê nirxê wê di wê yekê de ye, ka gelo çiqasî wek kerese û materiyal ji bo têrkirina xwestek û mebestên mirovên din tê bikaranîn.

 

"Dema qurbanî dibin cellad"

 

Grace di Dogville de bi temamî hebûna xwe wek mirov ji dest dide û tenê wek kerese û materiyal tê bikaranîn. Pêşî ew mirovbûn û hest û kirameta wê jê distînin. Di dawî de ew bi xwe dibe keseke hov û amûreke kuştinê. Lars von Trier bi riya Grace ji me re dibêje, mirov di vê civakê de bûye gur ji mirovên din re, eger hewl bide wek mirov jî bijî û bimîne, nikare û di dawî de kesên hov û dirinde wî bêgav dikin ew jî wek wan hov û dirinde bibe. Lewra em fêm dikin ku exlaqên însanî çawa dibin serrûkek ku mirov wê didin ber rûyê xwe da xwe baştir nêzîkî nêçîra xwe bikin û derba xwe lê bînin. Yek ji nîşanên hûrbîn û watedar di naveroka vî fîlmî de ew e ku bi berdewamî di fîlm de dengê reyîna kûçikekî tê ku nayê dîtin, lê di dawiya fîlm de ku tenê kuştin, xopankirin û kuştin dimîne, ku êdî hemû buha û exlaq dimirin, em dibînin kûçikê Dogville ji pişt sehneyê derdikeve û zindî dibe.

 

Von Trier bi dîmena kûçik, wî gurê Hobbes tîne bîra me ku serrûka wî dikeve û bi zelalî tê meydanê. Li vir von Trier şaristaniya îro mehkûm dike û mizgîniya qirrbûn û nemana wê dide.

 

Di dawî de Grace hemû şêniyên Dogville dikuje, tenê kûçikê gund sax dimîne. Lars von Trier dibêje ev şaristanî û rewşa nemirovane ku mirov tê de gevizîne wiha dike ku mirov bi xwe xwe tune û qirr bike. Ev peyama wî bi zelalî di hemû beş û dîmenên fîlm de tê dîtin.